• Wednesday, 03 July 2024
logo

Baregeheke PDKê li Silêmaniyê rastî êrîşekê hat

Gulan Media December 7, 2020 Nûçe
Baregeheke PDKê li Silêmaniyê rastî êrîşekê hat
Hejmarek xwepêşander êrîşî ser baregeheke PDKê li parêzgeha Silêmaniyê kirin û hewl didin wê bişewitînin.

Berpirsê Navçeya Pîremegrûn a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Şêrwan Ebdula ragihand, vê êvarê ve çend xwepêşander êrîşî baregeha wan dikin û hewl didin wê bişewitînin, lê ew rê li ber wan digirin.

Şêrwan Ebdula got: Niha hejmarek ji xwepêşanderan bi kevir û agir êrişî ser navenda wan dikin, lê kes birîndar nebûye.

Da xuyakirin, ku ti hêzekî ewledarîyê li deverê baregeha wan ji xwepêşanderan neparastiye û tenê bi telefonê bi wan re diaxivin û ew bi xwe berevanîyê li xwe dikin.

K24
Top