• Wednesday, 03 July 2024
logo

Di mehekê de 63 pizîşk û karmendên tenduristiyê ji Covid-19 mirin

Gulan Media December 7, 2020 Nûçe
Di mehekê de 63 pizîşk û karmendên tenduristiyê ji Covid-19 mirin
hijmara berketî û miriyan jî roj biroj zêdetir dibe.
Hat ragihandin ku li seranserê Tirkiye û bajarên Bakurê Kurdistanê di meha borî de, 63 pizîşk û karmendên tenduristiyê ji nexweşiya vîrusa koronayê can dane.

Yekîtiya Pizîşkên Tirk li ser hesabên xwe yên medya civakî got: “Em dimrin, meha borî Mijdarê 63 karmendên tenduristiyê bi koronayê can dan. Di nav wan de 17 pizîşk hene.”

Beriya niha jî hatibû ragihandin ku 109 xebatkar û karmendên tenduristiyê dema karê xwe dikirin bi vîrusa korona ketine û can dane.

Li gor amarên wezareta tenduristiya Tirkiyê heta niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 533 hezar û 198 kes bi vîrûsa koronayê ketine, 427 hezar û 242 kes baş bûne û 14 hezar û 705 kes jî mirine.
Top