• Wednesday, 03 July 2024
logo

Kasibkarekî din yê Kurd ji aliyê hêzên rejîmê ve hate kuştin

Gulan Media December 6, 2020 Nûçe
Kasibkarekî din yê Kurd ji aliyê hêzên rejîmê ve hate kuştin
li Başûrê Îranê hatiye kuştin.
Li Başûrê Îranê hatiye kuştin.

Li gor jêderên nûçeyan ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê, roja pêncşemê, hêzên çekdar yên ser bi rejîma Îranê li parêzgeha Sîstan û Belûçistan ya li Başûrê Îranê, êrîşî ser tirimbîleke kasibkarekî Kurd xelkê bajarê Bane kirine.

Di encama êrîşa han de kasibkarê Kurd yê ku ajovanê tirimbîlê jî bûye û navê wî Behzad Mihemedî bûye canê xwe ji dest daye.

Şahdên bûyerê behsa vê yekê kirine ku Behzad Mihemedî di serê xwe de gule xwariye û demûdest canê xwe ji dest daye.
Top