Li rojhilatê Kurdistanê 7 hezar kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane
![Li rojhilatê Kurdistanê 7 hezar kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/korona-gor-ormiye-rojhilta.jpg )
Li gorî amarên fermî, li rojhilatê Kurdistanê zêdetirî 7 hezar kesan ji ber Koronayê ve canê xwe ji dest dane. Qurbaniyên herî zêde li parêzgeha Ormiyê ne. Li Ormiyê nêzîkî 95 hezar kes bi Koronayê ketine û 2983 kesan jî canê xwe ji dest dane. Heta niha nêzî 200 kesên ku temenê wan di bin 25 saliyê re ne.
Her çend e li her pênc parêzgehên rojhelata Kurdistanê zêde ye, biryar e roja Yekşemê qedexeya çûnûhatinê ya di navbera bajaran de were rakirin û asankariya zêdeti ji bo çûnûhatinê bê kirin. Li gel vê yekê rayedarên tendirustiyê hişdariyê didin ku hikûmet û welatî bi girtina rêkarên tendirustiyê dê bikaribin hejmara pêketiyan kêm bikin.
K24