hûrgiliyên civîna îro ya PDKê li gel YNKê û Gorran aşkera dibin
![hûrgiliyên civîna îro ya PDKê li gel YNKê û Gorran aşkera dibin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/9104e84b5673b6c7040324b6d82f5a98_L.jpg )
Berpirsê ofîsa peyveniyên Kurdistanê û Iraqê yê PDKê û endamê wê şandeyê Elî Husên derbarê civîna îro ya li Silêmaniyê de ji BasNewsê re ragehand: ‘’Em di rê de ne diçin bo bajarê Silêmaniyê. Li gel YNKê em dê bicivin û ev civîn berdewama civînên berê ye.’’
Herwaha got, di heyama borî de ‘’Hin ji xalên guftûgoyên me hatine bicîh anîn, beşek jî hewl tê dayîn bên bicîhanîn. Piştî nîvro jî em dê serdana Gorran bikin.’’
Rêveberê PDKê aşkera kir civîna wan ‘’Bingeh danîen bo civînên sêalî yên navbera hersê aliyan de.’’
Elî Husên diyar kir di civîna îro de behsa rêkeftina li gel herdu aliyên siyasî jî bikin.
Basnews