• Wednesday, 03 July 2024
logo

Tirkiye cîhadiyên Sûriyeyê dişîne Keşmîrê

Gulan Media December 6, 2020 Nûçe
Tirkiye cîhadiyên Sûriyeyê dişîne Keşmîrê
dibêje Serokê Tirkiyeyê soz daye wan.
Mehane 2 hezar dolar dide wan.

Li gor nûçeyeke malpera India Todey, hikûmeta Tirkiyeyê ku piştîvanê serkî yê komên cîhadî û çekdar yên li Sûriyeyê ye, di destpêkê de ew komên cîhadî li dijî Kurdan li Bakûrê Sûriyeyê ( Rojavayê) bikar aniye.

Malpera India Todey behsa vê yekê jî kiriye ku hikûmeta Tirkiyeyê di çarçoveya berejwendiyên xwe yên etnîkî û olî de, ev cîhadiyên han şandiye Lîbya û Qerebaxê.

Li Lîbyayê cîhadiyên Tirkiyeyê hevkariya hikûmeta Feyaz Serac û li Qerebaxê jî vekariya Azerbaycanê kirine.

Malpera nav hatî diyar kiriye ku niha Tirkiye bo hevkarî kirina Pakistanê hijmareke zêde cîhadî ji Sûriyeyê veguhastiye navçeya Keşmîrê û Serokê Tirkiyeyê soz daye wan cîhadiyên ku diçin Keşmîrê ku mehane 2 hezar dolar weke mûçe bide wan.
Top