• Wednesday, 03 July 2024
logo

Amerîka: Emê piştîvaniya Serokwezîrê Îraqê bikin

Gulan Media December 6, 2020 Nûçe
Amerîka: Emê piştîvaniya Serokwezîrê Îraqê bikin
dibêje siyaseta me ya ceza kirina Îranê berdewam dibe.
Mike Pempeo dibêje Amerîka piştîvaniya hewlên Serokwezîrê Îraqê dike.

Wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pempeo ku beriya demekê serdana hin welatên Rojhilata Navîn kiribû, ragihand ku Amerîka piştîvaniya hewldanên Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî dike.

Pempeo diyar kiriye ku Amerîka berdewame li ser piştîvanî kirina hikûmeta nû ya Îraqê û hewlên Serokwezîrê nû yên Îraqê Mistefa Kazimî yên bo kontrol kirina komên çekdar yên ser bi Îranê gelek girîngin û Amerîka piştîvaniya wan hewldanan dike.

Pempeo di gotara xwe de diyar kiriye ku siyaseta Amerîkayê ya bo ceza kirina Îranê berdewam dibe û Amerîka li ser derxistina Îraqê ji bin hejmûna Îranê berdewam dibe.
Top