Parlementerekî kurd: Parêzgarê Kerkûkê bi temamî piştevaniya ereban dike bo zeftkirina zeviyên kurdan
![Parlementerekî kurd: Parêzgarê Kerkûkê bi temamî piştevaniya ereban dike bo zeftkirina zeviyên kurdan](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/01be40fb02e8804bd97f05ac99cfb998_L.jpg )
Endamê kurd yê parlementoya Iraqê, Cemal Şekûr ji BasNewsê re got, zeftkirin û dagîrkirina zevî û erdên kurdan li Kerkûkê û deverên din yên Kurdistanî ji aliyê erebên hawirde ve didome û roj bi roj jî zêde dibe.
Cemal Şekûr her wiha got, ew tişta ku mirov gelekî nîgeran dike ew e ku parêzgarê sepandî yê Kerkûkê piştevaniya wan ereban dike.
Wî parlementerê kurd da xuyakirin, heta niha erebên hawirde di wê pilana xwe de serkeftî nebûne û got, lê cotkarên kurd berdewam di bin metirsiyê de ne. Mixabin li hinek deveran mîna devera Dûbiz erebên hawirde karîne zeviyên kurdan dagîr bikin.
Wî endamê parlementoya Iraqê da zanîn ku wan wezareta navxwe ya Iraqê ji wan pirsgirêkan agahdar kirine û got, lê ew pirsgirêk zêdetir siyasî heta civakî, ji ber wê jî divê hikûmeta Kurdistanê bi hikûmeta Iraqê re wê arîşeyê çareser bike.
Basnews