• Wednesday, 03 July 2024
logo

Wezareta Derve ya Amerîka bo Rûdawê: Wêstgeha Elokê dest bi kar kir

Gulan Media December 6, 2020 Nûçe
Wezareta Derve ya Amerîka bo Rûdawê: Wêstgeha Elokê dest bi kar kir
Wezareta Derve ya Amerîka ji Rûdawê re ragihand, Wêstgeha Avê ya Elok dest bi kar kiriye.

Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ava Wêstgeha Elok a ku di bin kontrola grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de ye, li Serê Kaniyê qut bûye. Hikûmeta Tirkiyê û grûpên çerkdar ên sre bi Tirkiyê, ev çendîn car e ava Wêstgeha Elok ji ser bajarê Hesekê û gundewarê wê birriye.

Di bersiva pirseke Rûdawê de derbarê berdana avê ji Wêstgeha Elok bo bajarên Hesekê û Tiltemerê de, Wezareta Derve ya Amerîka ragihand, wêstgehê ji roja 2ê Kanûna 2020an ve, dest bi kar kiriye û ew li gel hemû aliyan di peywendiyê de ne û çavdêriya rewşê dikin.

Krîza avê ji 2013an li bajarê Hesekê heye, lê piştî kontrolkirina Wêstgeha Elok a li Serê Kaniyê ji aliyê girûpên çekdar yên girêdayî Tirkiyê ve rewşa avê bi yek carî kambax bûye.

Wêstgeha Elok dikeve 10 kîlometriya rojhilatê bajarê Serê Kaniyê û ji 30 bîrên avê pêk tê, ku çavkaniya sereke ya ava Heseke û derdora wê ye.

Ji Cotmeha 2019 ve ku bajarê Serê Kaniyê ketiye bin kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wî welatî, gelek caran ava wêstgeha Elok li ser bajarê Hesekê û gund û bajarokên derdorê yên di jêr desthilata Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê de hatiye qutkirin.

Ji Wê demê ve û heya niha 9 caran çekdaran av ser Hesekê û Til Temirê qut kirine cara herî dawî jî 27ê Mijdara 2020 bû, wate beriya 9 rojan.

Rudaw
Top