Ciwan Rojbeyanî: Rêkeftina Şingalê ji aliyê ewlehiyê ve navçeyê dê biparêze
![Ciwan Rojbeyanî: Rêkeftina Şingalê ji aliyê ewlehiyê ve navçeyê dê biparêze](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/074c83829172b50d6d7b985db9d98292_L.jpg )
Îro 06.12.2020 seroka lijneya navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêmê Ciwan Rojbeyanî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Rêkeftin derbarê Şingalê û bicîhanîna rêkeftinê gelek giringe, bi taybet jî vekêşîna PKKê, ji aliyê ewlehiyê ve dê Şingalê ji wan hêzan dûr û parastî be.’’
Herwaha balkêşa ser wê yekê jî ku pêbendbûne bi wê rêkeftina navbera herêma Kurdistanê û Iraqê de hatiye nîşandan û ev yek dê bibe bingehek bo rêkeftina li ser navçeyên Kurdistanê yên din jî.
Ciwan Rojbeyanî got, ew hêzên ne rewa ji naha û pêde giraniya xwe û mezinayî wan jî çende dê bizanin û dê piştrast jî bi ku êdî cîhê wan namîne.
Herwaha diyar kir, ev rêkeftina derbarê Şingalê de hate kirin, dê bibe destpêkek bo rêkeftina li ser Kerkûkê û asayî kirina rewşa bajar jî.
Basnews