• Wednesday, 03 July 2024
logo

Serokwezîr li gel şanda danûstandinkar ya herêmê civiya

Gulan Media December 6, 2020 Nûçe
Serokwezîr li gel şanda danûstandinkar ya herêmê civiya
giftûgoya navbera Hewlêr û Bexdayê didome.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şanda danûstandinkar ya herêma Kurdistanê li gel Bexdayê civiya û piştî civînê jî derbarê naveroka civînê de Serokwezîr li ser hesabê xwe yê fermî wisa nivîsand;

Îro şeme 5/12/2020 li gel şanda danûstandinkar ya herêma Kurdistanê li gel hikûmeta federalî civiyan.

Di civînê de pêşhatên dawî yên prosesa danûstandinana me ya li gel hikûmeta federalî taybet bi mûçe û şayisteyên darayî yên herêma Kurdistanê hatin nirxandin û stayîşa hewlên şanda danûstandinkar ya herêma Kurdistanê kir bo gehêştin bi rêkeftinê li gel Bexdayê û dabûn kirina mûçe û şayisteyên darayî yên herêma Kurdistanê.

Di berdewamiya civînê de me tekez li ser vê yekê kirk u hikûmeta herêma Krudistanê bi ti awayî saziş li ser maf û şayisteyên darayî û destûrî yên herêma Kurdistanê nake û li benda gehêştina para bûdceya Cotmehê ye yaku heta niha nehatiye şandin, ew yek ji bilî para herêma Kurdistanê ya mehên 5,6 û 7 e ku maf û şayisteyeke reva ya xelkê Kurdistanê ye lê hikûmeta federalî heta niha neşandiye.

Derbarê bernivîsa proje qanûna bûdceya federalî ya bo saa 2021an de jî jihev fêmkirineke baş di navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî de li holê deye lê giftûgo hîn jî didomin bo gehêştin bi rêkeftineke mayinde di çarçoveya ew pirensîbên ku li ser wan me lihev kiribû.
Top