• Wednesday, 03 July 2024
logo

Li Efrînê çekdaran li ser dizî û talanê li hev dan navberê de jinek kurd hat kuştin, 3 zarok birîndar bûn!

Gulan Media December 6, 2020 Nûçe
Li Efrînê çekdaran li ser dizî û talanê li hev dan navberê de jinek kurd hat kuştin, 3 zarok birîndar bûn!
Li Efrînê di encama şer û pevçûnên çekdarên ser bi Tirkiyê ve li ser dizî û talanê, jinek hate kuştin û 3 zarok birîndar bûn.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, roja 4ê vê mehê di encama şerê du grubên çekdar li ser dizî û talanê û destdanîna ser mal û milkên kurdên Efrînê, li nava bajêr şerekî çekdarî di navbera wan de derket. Heta niha jî alozî di navbera wan her du gruban de li nava bajêr berdewam e.

Diyar kir jî, di encama wî şerî de jineke ereb a koçber hate kuştin û 3 zarok jî birîndar bûn. Zarokên birîndar niha li nexweşxaneya leşkerî tên dermankirin.

Wê rêxistina mafên mirovan diyar kir jî, grûpa çekdar a bi navê El-Nuxbe li gundê Omer Simo, piştî ku berhemên zêdetir ji 27 hezar darên zeytûnan ji xwe re çinîn û hejmareke mezin ji daran birîn, niha baca 2 teneke zeyt li her maleke gund sepandine.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grubên çekdar ên ser bi wê ve di 18ê Adara 2018an de, kuştin û revandina kurdan, dizî, talan û destdanîna ser mal û milkên xelkê ji aliyê grûpên çekdaran ve berdewam e.

Basnews
Top