• Wednesday, 03 July 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî di nav ‘100 kesayetên herî bi bandor’ de ye

Gulan Media December 6, 2020 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî di nav ‘100 kesayetên herî bi bandor’ de ye
Kovara The Algemeiner di lîsteya xwe ya 100 kesên herî bi bandor ya cîhanê” cih daye Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî

Kovara The Algemeiner ku navenda wê New York e, salane 100 navan tesbît dike ku wan navan kesên herî bi bandorin. Kovarê di lîsteya sala 2020an a “100 navên herî bi bandor” de cih daye Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî. Di heman lîsteyê de navên Serokê Amerîkayê Donald Trump û serokê hilbijartî yê Amerîkayê Joe Biden hene.

Bi sedema salvegera damezrandina kovarê, lîste hat aşkerakirin lê kovar ragihand ku pandemî, krîza aborî, tevgerên nijadperestî yên li Amerîkayê û ji ber gelek mijaran gelek zahmet bû ku li gor salên borî navan tesbît kirin.

Di beşa Nêçîrvan Barzanî dide nasîn de Kovara The Algemeiner bi bîr xistiye ku ew pêştir serokwezîrê Herêma Kurdistanê bûye û dibêje: “Îsla yekem sala serokatiya Nêçîrvan Barzanî bû ew weke cengawerêkî doza mafê netewa Kurd e. Pêkanîna civakek aram, modern û rêzgirtina li hemû pêkhateyên civakê û aştiya li Rojhilata Navîn çavkaniyên nêrînên wî ne. Ji qedr û qiymetên şexsî îlhamên kûr distîne.”

Kovara The Algemeiner Amaje bi wê yekê dike ku Serokê Herêma Kurdistanê careke bi bîra civaka navnetewî aniye ku hêj pêwîstî bi piştevaniya ji bo bi temamî jinavbirina DAIŞê heye û dibêje di vê sala ku gelek guhertin çêbûnê de Barzanî berdewam hişyarî derbarê metirsiya DAIŞê de dane.

Rudaw
Top