• Wednesday, 03 July 2024
logo

Hewlêr û Bexdayê lihev kir

Gulan Media December 6, 2020 Nûçe
Hewlêr û Bexdayê lihev kir
ew rêkeftin di serdema Adil Ebdulmehdî de hatibû îmzekirin.
Rêkeftina han domandina rêkeftina sala bûriye.

Duhê şandeke hikûmeta herêma Kurdistanê bo giftûgo kirin li ser para bûdceya herêma Kurdistanê serdana Bexdayê kiribû û îro ew şanda han vegeriya Kurdistanê.

Li gor zaniyariyên berdest, Hewlêr û Bexdayê li ser mijara bûdceyê lihev kirine û ew lihev kirin domandina rêkeftina navbera her du aliyan ya serdema Serokwezîriya Adil Ebdulmehdiye.

Hate zanîn ku vê Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî ligel Serokên firaksiyonên aliyên siyasî yên li parlementoya Îraqê de derbarê projeya han yaku Hewlêr û Bexda li ser lihev kirine bicive û daxwaz ji wan bike daku projeya han bipejrînin.
Top