Heşda Şeibî bi mûşekan êrîşî Fermandariya Operasyonên Enbarê kir
Li gor nûçeyên çend medyayên Iraqê, piştî ku Fermandariya Operasyonên Enbarê biryar da wêne û alayên hemû grûpan li parêzgehê ji holê rake û tenê ala Iraqê bimîne, di navbera Heşda Şeibî û Fermandariya Operasyonên Enbarê de pirsgirêk derket û bi rêya mûşekan baregeha fermandariyê hat armanckirin û çar serbaz birîndar bûn.
Berî niha serkideyekî Heşda Şeibî gefa destbirîna Fermandarê Giştî yê Operasyonên Enbarê xwaribû, eger wêneyên Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî Muhendîs ji ser cadeyan rake.
Herwiha Serokwezîrê Iraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Mistefa Kazimî biryar da, lijneyeke lêkolînê were pêkanîn.
K24