• Wednesday, 03 July 2024
logo

Heşda Şeibî bi mûşekan êrîşî Fermandariya Operasyonên Enbarê kir

Gulan Media December 5, 2020 Nûçe
Heşda Şeibî bi mûşekan êrîşî Fermandariya Operasyonên Enbarê kir
Piştî ku Fermandariya Operasyonên Enbarê biryar da wêne û alayên hemû grûpan ji cadeyan rake, Heşda Şeibî bi mûşekan êrîşî Fermandariya Operasyonên Enbarê kir.

Li gor nûçeyên çend medyayên Iraqê, piştî ku Fermandariya Operasyonên Enbarê biryar da wêne û alayên hemû grûpan li parêzgehê ji holê rake û tenê ala Iraqê bimîne, di navbera Heşda Şeibî û Fermandariya Operasyonên Enbarê de pirsgirêk derket û bi rêya mûşekan baregeha fermandariyê hat armanckirin û çar serbaz birîndar bûn.

Berî niha serkideyekî Heşda Şeibî gefa destbirîna Fermandarê Giştî yê Operasyonên Enbarê xwaribû, eger wêneyên Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî Muhendîs ji ser cadeyan rake.

Herwiha Serokwezîrê Iraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Mistefa Kazimî biryar da, lijneyeke lêkolînê were pêkanîn.

K24
Top