• Wednesday, 03 July 2024
logo

Macron bersiva Erdogan da

Gulan Media December 5, 2020 Nûçe
Macron bersiva Erdogan da
Serokê Fransayê Emmanuel Macron bersiva Erdogan da û got, baweriya wî bi rêzgirtinê heye û şerê devkî di navbera serkirdeyande rêyeke rast nîne.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron ji medyaya cîhanî re ragihand ku “Recep Tayyîp Erdogan azadiya gelê Tirkiyê sînordar dike.”

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan gotibû, ew bi hêvî ye ku Fransa di demeke nêzîk de “ji pirsgirêkên Emanuel Macron rizgar bibe ku bûye barekî giran li ser milê Fransayê.”

Erdogan gotibû, “Ji ber Macron Fransa di qonaxeke gelekî metirsîdar re derbas dibe, bi hêvî me Fransa di demeke zû de ji belaya Macron rizgar bibe. Fransa rûbirûyî belaye weha ye, niha ew dixwazin derbarê idareya xwe biryar bidin.”

Ev çend meh in, aloziyên di navbera Tirkiye û beşek ji welatên Yekîtiya Ewropa zêde bûne ku ewjî ji ber pirsgirêkên li Derya Spî, Lîbya û herêma Nagorno-Qerebax.

Herwiha çend hefteyek berî niha jî gotareke Macron ya derbarê Îslama radîkal de û bersiva Tirkiyê bow ê gotarê, bûbû sedema aloziyê di navbera herdu welatan de.

Biryar e roja 10ê Berfanbarê Yekîtiya Ewropa kom bibe û Fransa jî yek ji wan welatan e ku piştgiriyê li sepandina sizayên aborî li ser Tirkiyê dike.

Rudaw
Top