Taxima xwefiroş ya YNKê PKKê li dijî Herêma Kurdistanê gij dike
![Taxima xwefiroş ya YNKê PKKê li dijî Herêma Kurdistanê gij dike](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/4d7487ad3fafaf3dfb7f950f662f1bc6_L.jpg )
Ev demek e medyaya taxima xwefiroş ya 16 Cotmeha 2017 dest bi gijkirin û piştevanîkirina PKKê kirine da ku li Herêma Kurdistanê xirabkariyê bike.
Li ser vê mijarê, endamê berê yê parlementoya Kurdistanê, Ferhan Cewher ji BasNewsê re got, ew derewên ku ji aliyê medyaya wê taxima xwefiroş ve tên belavkirin, ti bandorekî li ser xelkê Kurdistanê nake. Lê nîşan dide ku ew taxima xwefiroş dixwaze li Herêma Kurdistanê şer derkeve bi taybet li Hewlêr û Duhokê û bona vê jî PKKê gij dikin.
Ferhan Cewher her wiha got, çawa ku ew taxim di teslîmkirina Kurdistanê de bi ser neketin dê di vê de jî bi ser nekevin. Ji ber ku hem PDKê dizane çi dike û hem jî xelkê Kurdistanê hişyartir e.
Wî parlementerê berê anî ziman ku armanca taxima xwefiroş têkdana Kurdistanê ye û got, ji ber wê jî çi ji destê wan tê, dikin. Lê xelk rastiyê dibîne û dizanin hem şirîkên hikûmetê ne hem jî dijberiya hikûmetê dikin.
Basnews