• Wednesday, 03 July 2024
logo

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva berpirsê Îsraîlî da

Gulan Media December 5, 2020 Nûçe
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva berpirsê Îsraîlî da
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva berpirsekî Îsraîlî da û got, Îsraîlê ti berjewendiyek li Herêma Kurdistanê nîne û “ew gotin ji rastiyê dûr in.”

Ofir Gendelman, Berdevkê Fermî yê Ofîsa Serokwezîriya Îsraîlê bo Medya Erebî, duh li hejmara xwe ya Twitterê ragihandibû, “Li jêr ronahiya êrişên vê dawiyê yên Îranê û beşdarbûan di êrişên terorîstî, nîgeranî heye ku Îran hewl bide êrişî Îsraîliyan bike li welatên derdorê yên wek, Gurcistan, Azerbaycan, Tirkiye, Îmarat, Behreyn û Kurdistana Iraqê û tevahiya navçeyê û Afrîkayê.”

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil jî îro, derbarê gotinên wî berpirsê Îsraîlî de daxuyaniyek belav kir.

Cotyar Adil tekez dike, “Ji bo agahdarbûna hemû aliyan û weke ku me çendîn carên din jî ragihandiye, Îsraîlê ti berjwendiyek li Herêma Kurdistanê nîne.”

Herwiha Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê dibêje, “Ti hemwelatiyekî Îsraîlî jî li Herêma Kurdistanê nîne. Lewma her bi çi mebestê hatibe dayîn, em wê daxuyaniyê red dikin û ji rastiyê dûr e.”

Piştî kuştina zanayê etomî yê Îranê, nîgeraniya Îsraîlê ji karvedana Îran, ji hemû welatên cîhanê zêdetir e, ji ber ku Îran Îsraîlê bi wê yekê tometbar dike ku li pişt kuştina wî zanayê etomî ye.

Roja 27ê meha derbasbûyî, Muhsîn Fexrîzade, zanayê bernameya etomî û mûşekî ya Îranê li navçeya Abserdî Demawend li Tehranê hat kuştin.

Wezareta Berevaniyê ya Îranê jî ragihandbibû ku Muhsîn Fexrîzade hatiye “terorkirin ” û Şêwirmendê Bilind ê Serbazî yê Xaminêyî, Îsraîl bi kuştina Fexrîzade tohmetbar kiribû.

Fexrîzade wek “sindoqa reş” a dosyeya emnî ya Îranê dihat zanîn û endamekî bilind ê Supaya Pasdaran bû û ew wek “bavê bernameya etomî ya Îranê” dihat binavkirin.

Rudaw
Top