Amerîkayê 5 siza bo Tirkiyê amade kirine
![Amerîkayê 5 siza bo Tirkiyê amade kirine](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/5fc980824c59b710f7196d3d.jpg )
Di çarçoveya projebudceya Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê de sizadana Tirkiyê hat axaftin.
Li gor projeyasayê, piştî pesendkirinê di nava 30 rojan de ew pênc rêkarên li dijî Tirkiyê dê werin aktîvkirin.
Yek ji wan rêkaran, sizadana rayedarên Tirkiyê ye, bi taybetî kesên ku peywendiya wan bi kirîna wê sîstemê heye.
Amerîka rexne li Tirkiyê digre ji ber kirîna sîstema berevaniyê ya mûşekî ya S-400 û Tirkiyê ji kirîna firokeyên F-35 bêpar dihêle.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu hêviya xwe aniye ziman ku vê mijarê ligel îdareya nû ya Amerîkayê çareser bikin.
Basnews