• Wednesday, 03 July 2024
logo

Ermenistan- Bi sedan xwepêşander daxwaza karvekişîna Pashinyan dikin

Gulan Media December 5, 2020 Nûçe
Ermenistan- Bi sedan xwepêşander daxwaza karvekişîna Pashinyan dikin
Bi sedan ermenî îro roja pêncşemê 03.12.2020an herikîn kolanên paytext Yerevanê ku jiber îmzakirina peymana bi Azerbaycanê re, karvekişîna Serokwezîr Nikol Pashinyan bixazin.

Xwepêşanderan dirûşmên wek “Xayin Nikol” qerîyan û dîdevanan ji Reutrsê re got ku polîsan jimareke xwepêşander desteser kirin.

Pashinyan berîvanî li biryara xwe dike û bangên karvekişînê red dike. Hevrikên Pashinyan peymana radestkirina hin deverên Qarabaxê yên bin kontrola Ermenistanê yên ji Azerbaycanê re bi tundî rexne dikin û wek xiyanet bi nav dikin.

Demeke zûtir ya îro koalîsyona bi 17 partîyan serokwezîrê berê Vazgen Manukyan li şûna Pashinyan destnîşan kiribû ku heta pêkanîna hilbijartinên pêşdem serokwezîrî bike.

Serokê berê yê Sazîya Ewlekarî ya Netewî Artur Vanetsyan got ku Manukyan dikare bê ku bibe endamê partîyekê dikare serokwezîrî bike û dû re di hilbijartinê de cîh negire.

Peymana aştî ya navbera rêberên Ermenistan, Azerbaycan û Rûsya ku di 10’ê Mijdarê de hatibû îmza kirin, dawî li şer anîbû û hin deverên li dora Nagorno-Qarabaxê dabû Azerbaycanê.

Rudaw
Top