Azerbaycanê hejmara kuştî û birîndarên xwe di şerê Qerebaxê de eşkere kir
![Azerbaycanê hejmara kuştî û birîndarên xwe di şerê Qerebaxê de eşkere kir](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/c478ee188f2a5dee333214f01c775cce_L.jpg )
Wezareta Berevaniyê ya Azerbaycanê amarên şerê li gel Ermenistanê yê li herêma Nagorno-Qerebaxê belav kir.
Li gorî amarên han, di şerê Qerebaxê de 2 hezar û 783 serbazên Azerbaycanê hatine kuştin û hezar û 245 serbaz jî birîndar bûne.
Herwiha hatiye ragihandin, heta niha nasnameya 103 serbazan nehatiye diyarkirin û zêdetir ji 100 serbaz jî winda ne û çarenivîsa wan ne diyar e.
Wezareta Berevaniyê ya Azerbaycanê daye zanîn, nasname, nav û pileyên serbazan dê paşê ji raya giştî re bên eşkerekirin.
Berdevka Wezareta Dadmendî ya Ermenistanê Alina Nikoghosyan, roja 14 meha derbasbûyî di daxuyaniyekê de aşkere kir, “Niha li gel cenazeyên nehatina naskirin, bi giştî 2 hezar û 317 cenazeyên leşkeran li saziya bijîşkiya dadî hene.”
Basnews