• Wednesday, 03 July 2024
logo

Korona.. NY: Saxbûna temamî dibe ku bi salan bikêşe!

Gulan Media December 5, 2020 Nûçe
Korona.. NY: Saxbûna temamî dibe ku bi salan bikêşe!
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres got ku zirara ku ji hêla vîrusa korona (Covid-19) ve li ser asta cîhanî çêbûye tenê bi lêdana vaksînê nayê çareserkirin û diyar kir ku başbûna bi temamî dibie ku bi salan bikêşe.

Antonio Guterres di rûniştina taybetî ya Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de ku têde şerê cîhanî ya dijî Covid-19 hate nirxandin, axivî û bal kişand ser mezinahiya bandorên civakî û aborî yên petayê (pandemiyê).

Di raporekê de ku roja Pêncşemê ji hêla NY ve hate weşandin de hat gotin, "Dibe ku 32 milyon kes îsal ji ber nexweşiyê bi xizaniyek mezin re rû bi rû bimîne. Li beramberî vê rewşê, NY hewl dide ku alîkariya xwe ya mirovî li ser bi mîlyonan mirovî berfireh bike. Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ji bo derbaskirina pakêteke piştgiriyê ya kêmzêde 10 ji sedê aboriya cîhanî û bexşandina deynên welatên kêmderfet zextê dike.

Nêzî 80 serokên dewlet û hukûmetan bi rêya konferansa vîdyoyê beşdarî civîna du-rojî dibin. Tê payîn ku zanyar, pispor û serokên daîreyên Neteweyên Yekbûyî, Serokê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) jî, di civînê de gotarên xwe pêşkêş bikin.

Charles Michel, Serokê Encûmena Yekîtiya Ewropî (YE), ku di nav axaftvanan de bû, got "Divê welat peymana pandemiyê îmze bikin."

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron pêşniyar kir ku "Divê Rêxistina Tendûristiyê ya Navneteweyî (WHO) pergaleke hişyariyê saz bike. Da welatan zû hişyar bike û gihîştina derziyên welatên xizan zêde bike.

K24
Top