Li Efrînê di nav du hefteyan de herî kêm 30 kurd hatine revandin
Dezgeha mafên mirov ya Efrînê ragihandiye, di nav du hefteyên borî de çekdarên Tirkiyê ketine malên kurdan û 30 kes revandine.
Li gorî agahiyan, ew kesên ku hatine revandin, 11 ji wan jin bûne û yên in jî zilam. Navê hinek ji yên ku hatine revandin, wiha ye:
-Xewla Nûrî Reşîd
-Mewlûda Mihemed Cabo
-Helîma Mûsa
-Colêh Asya
-Mihemed Caro
-Ayîşa Hiso Hemîd
-Ferîda Mihemed Hisên
-Emîna Hemîd Henan
-Şefîqa Mihemed
-Ibrahîm Hisên Elîko
-Delîl Reşîd Elîko
Basnews