• Wednesday, 03 July 2024
logo

Silêmanî pişta vîrûsa koronayê dişkîne!

Gulan Media December 4, 2020 Nûçe
Silêmanî pişta vîrûsa koronayê dişkîne!
Berdevkê Rêveberiya Tendirûstiya Silêmaniyê Dr. Yad Neqişbendî li ser hejmara xwe ya Facebookê belav kir ku di 24 demjimêrên borî de sebaret bi vîrûs koronayê yek kesê canê xwe ji dest daye.

Li gor raporta Rêveberiya Tendiristiyê ya Silêmanî belav kiriye di 24 demjimêrên dawî de ji ber vîrûsa koronayê tenê yek kesê xanê xwe ji dest daye. Ev bûyera mirinê li nexweşxaneya Şehîd Hêmin pêk hatiye.

Herwiha li Nexweşxaneya Korona ya Silêmanî ji bo 131 welatiyan makîneya wergirtina oksîjenê hatiye danîn. Rewşa 38 kesan jî giran e.

K24
Top