• Wednesday, 03 July 2024
logo

Serkirdeyekî kurd yê Sûriyê: Rêkeftina Şingalê pilanên PKKê pûç kir

Gulan Media December 4, 2020 Nûçe
Serkirdeyekî kurd yê Sûriyê: Rêkeftina Şingalê pilanên PKKê pûç kir
Serkirdeyekî kurd yê Sûriyê dibêje, rêjîmên dagîrkerên Kurdistanê nekarîn rasterast şer li dijî Herêma Kurdistanê bikin ji ber wê jî ew wezîfe dan PKKê.

Endamê polîtburoya PDK-Sê, Nafih Pîro ji BasNewsê re got, PKK dijîtiya Herêma Kurdistanê û PDKê dike lê ya rastî ew e ku PKK dijîtiya hemû kurdan dike. Ewa ku PKK niha dike, tiştekî nû nîne, belkî ji roja ku hatiye damezirandin ve heta niha dijberiya Kurdistanê û gelê kurd dike. Çimkî bûye darê destê dijminên Kurdistanê.

Nafih Pîro her wiha got, her çi qasî Herêma Kurdistanê beşek ji Iraqê ye lê pîvanên dewletbûnê tê de hene. Ji ber ku di warê siyasî, îdarî û aborî de nîv serbixwe ye. Di asta navdewletî de jî tê qebûlkirin. Ewa ku welatên dagîrkerên Kurdistanê tirsandiye ew e ku xebatên serxwebûnê yên Herêma Kurdistanê li wan welatan jî biqewime.

Wî serkirdeyê kurd yê Sûriyê da xuyakirin, welatên dagîrkerên Kurdistanê nikarin ji ber hinek qeyd û qanûnên navdewletî rasterast şer li dijî Herêma Kurdistanê bikin û got, wan ew wezîfe dane PKK û PKK li şûna wan wê yekê dike.

Bi gotina Nafih Pîro, eger mirov berê xwe bide daxuyanî û gotinên berpirsên PKKê, bi zelalî tê dîtin ku ew çend li dijî kurd û Kurdistanê ne. Ew herî zêde jî dijberiya Serok Barzanî dikin.

Wî endamê polîtburoya PDK-Sê da zanîn jî, qesta wan ji êrişa herî dawî ya li dijî Pêşmerge ew bû ku hêzên Pêşmerge bixin nav şerekî û behane bidin destê Bexda û Enqere û Tehranê da ku destwerdanê bikin û Herêma Kurdistanê ji holê rakin. Bi behaneya wê yekê ku şiyana wê nîne sînorên xwe biparêze.

Wî siyasetmedarê kurd behsa rêkeftina Hewlêr û Bexdayê li ser Şingalê jî kir û got, PKKê xwast Tirkiyê bikşîne Şingalê û mîna Efrîn û Serê Kanî û Girê Spî bide dagîrkirin. Lê Serok Barzanî bi rêkeftina Şingalê ev pilan pûç kir. Wan xwe amade kiribû şerê Pêşmerge bikin lê serê xwe xwar kirin û bi bêdengî li hember polîsên federalî vekişiyan.

Basnews
Top