• Wednesday, 03 July 2024
logo

Psporekî etomî yê Îranî hate kuştin

Gulan Media November 28, 2020 Nûçe
Psporekî etomî yê Îranî hate kuştin
li nêzî Tehranê hatiye kuştin.
Îran dibêje Îsraîl ew kuştiye.

Duhê çapemeniya fermî ya Îranê belav kir ku psporê bernameya etomiya Îranê Muhsin Fexrîzade li nêzî Tehranê rastî êrîşeke çekdarî hatiye.

Li gor çapemeniya Îranê di êrîşa han de, Fexrîzade ku bi bavê bernameya etomî ya Îranê dihat nasîn hatiye kuştin.

Ji aliyê xwe ve wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf jî eşkere kiriye ku gelek belge û îsbat hene ku îsbat dikin Îsraîl ew kiriyara han pêk aniye.
Top