• Monday, 20 May 2024
logo

112 êdî bi Kurdî jî xizmetê dide welatiyan

112 êdî bi Kurdî jî xizmetê dide welatiyan
Li Diyarbekirê êdî ji bo hemû rewşên lezgîn welatî dê bikaribin tenê li jimareya 112an bigerin û bi Kurmancî û Zazakî û Tirkî daxwazên xwe bînin zimên.

Ji aliyê Parêzgeriya Diyarbekirê hat ragihandin ku, ji bo çareserkirina pirsgirêkên welatiyan û rewşên lezgîn wan hemû hejmarên hawarçûn û arîkariyê di bin banê yek jimareyê de kom kirine.

Ji niha û pê de welatî dê tenê li jimareya 112 bigerin û bikaribin ji bo rewşên lezgîn xizmetê werbigirin. Li gorî rewşê, karmendên li navenda rewşên lezgîn dê daxwaza welatiyan beralî bike û tîmên hawarçûn û arîkariyê rêke cihê bûyerê. Welatî dê bikaribin daxwazên xwe bi Kurmancî û Zazakî û Tirkî jî bînin zimên. Heta niha her saziyekê jimareyên wan ên cuda hebûn ango jimareya polîs û cenderme û agirkuj û ambulans û daristan û hwd hebûn. Ji 81 bajarên Bakur û Tirkiyeyê niha li 47 bajaran êdî hemû jimareyên hawarçûn û arîkariyê di bin banekê de hatine komkirin.

Parêzgerê Diyarbekirê Munîr Kararoglu li ser vê pergala nû got: “Ev pergaleke hemdem e. Ji bo bajarê me li ser xêrê be. Diyarbekir bajarekî pirziman e. Dê welatî ne tenê bi Tirkî lê dê bi Kurmancî û Zazakî jî bikaribin daxwazên bînin zimên.”

K24
Top