Ew sîmbolê ku ji taybetmendiyên neteweyî bo gîştin bi azadiyê îrade dirustkirî
Binyamîn Lander
Serokê Zanîngreha Emrîka li Waşintonê
1994 – 2005
Bîranîna roja jidayikbûna sembola neteweyî, ne tenê bîranîna jidayikbûna kesekî yan serokekî ye, her wek çawa hildana alayê ne tenê bilindkirina perçek qumaşê rengîne, belku her wek çawa ala hêmayeke bo îradeya neteweyekî, ku ev îradeye koma hemû karîn û taybetmendiyên neteweyê li xwe digre û neteweyek azad pê tê naskirin, bi heman şêwe bîranîna roja ji dayikbûna sîmbola neteweyî, zindî kirina wî wîjdanîye ku her kesekî neteweyê di hundir de pê tê hejandin û ew taybetmendî têne ber çavên wî, ku li ser destê sîmbola netewî rêya azadiyê hatiye ronkirin û em fêrkirine ku nabe em kêmtir ji azadiyê razîbin, ew îrade tê ber çavên me ku çawa alayê bikin nasnama azadiya neteweyekî û çawa wê azadiyê biparêzin û berdewamiyê pêbidin.
Anku ev arasteye ji me re dibêje ku bîranîna roja ji dayikbûna sîmbola neteweyî ne vegerandina dîrokê ye, belku anîna hizra sîmbola neteweyî ye daku em bizanin ji nav wê dîrokê ji bo niha ew çi ji me re dibêje, di vê çarçovê de bîranîna wê rojê bo neteweyê, hum vegera nava dîrokê ye û hum jî derbazkirina wê dîrokê ye daku em dema berê bi niha ve girêbidin û niha jî bi paşerojê ve girêbidin, ev bi wê watayê tê ku netewe di roja jidayikbûna sîmbola xwe de behsa dîrok û jêhatiya sîmbolê nake, belku carek din vedigere nav dîrokê û di nav dîroka neteweyê de carek din wê peyamê dibîse ka ruhê sîmbola neteweyî ji bo niha ji me re çi dibêje û me fêrdike çawa kiltor û ferheng û dîrok û temama jêderên mirovî yên neteweyî bi hev re karlêkdibin û azadî pê tê bunyatnan û azadî pê tê parastin û berdewamî bi wê azadiyê tê dan û pêşkêşî neweyên paşerojê tê kirin.
Dema sîmbola neteweyî, îradeya rasteqîne eşkere dike
Heger em vegerine dîrokê, hemû ew serok û serkirdeyên ku netewe di dîroka xwe de wek sîmbol didin naskirin, weha dîroka neteweyên cîhanê ji me re dibêje, tu neteweyek nasnavê sîmbol bi her serokekî napexşe, tenê ew seroke nebe ku Nîçe dibêje wek rojê dadikeve jêr daku bi ronahiya xwe xelkê başûr yan jêr jî ronbike û hertim germbike, anku cudahiya sîmbolê bi her serok yan serkirdeyekî din re ew e sîmbol dibe bi kesekî normal yê neteweyê û di nav de hestê her kesekî ji bo azadiyê di hindirê wî de heye, taybetmendiyên neteweyê bi hev ve girêdide û karlêka wan bi hev re dike û diroşma dîroka neteweyê jê berhemtîne, ku paşê dema bingehê şoreşgêrî çêbû ew diroşme dibe diroşma şoreşa neteweyî bo gîştin bi azadî û serfiraziyê, di vê çarçoveyê de Dr. Ebas Mehmûd Eqad di pirtûka (felsefa şoreş di terazûyê de) amajê bi wê yekê dike ku diroşma her şoreşekî rengvedana îrada neteweyê ye di qunaxeke diyarkirî de û tu risteyek nabe diroşim heger ne berhemê bi hev girêdan û karlêkiya navbera taybetmendiyên netewe û kiltor û ferheng û dîroka neteweyê be, di vê çarçoveyê de heger em hizra Barzanî Mistefa temaşe bikin em ê hest bikin ku berî netewe nasnavê sîmbol bi Barzanî Mistefa bibexşe, wî di nav taybetmendî, kiltor, ferheng û dîroka neteweyê de pênaseya azadiyê bo neteweya xwe kiriye, lê ne pênaseyeke weku dil dixwaz e yan werger e belku pênaseyeke ku bi qasî bejna keltor û dîrok û ferheng û gişt taybetmendiyên neteweyê be, baş e bila em li vir vegerin bo destpêka şoreşa neteweyî bi rêberiya Mistefa Barzanî ku gava yekem ya şoreşa seranserî ya neteweyî bû di dîroka xebata rizgarîxwaza niştimaniya Kurdistanê de, em ji xwe bipirsin Barzanî Mistefa çawa ji kiltor, ferheng, dîrok û taybetmendiyên neteweyî ya Kurd pênaseya azadiyê kiriye? Di nav dîroka neteweya xwe em dikarin bi vî cureyî bersiva vê pirsyarê bidin:
1- Barzanî Mistefa şoreşa duyemîn ya Barzan di sala 1943ê de destpêkir, ev şoreşe di demekê de bû ku hîn şerê cîhanî ya duyem gerim bû, kesî nedizanî Hevpeyman wê bi serkevin yan welatên mihwer, ev şer jî ne şerê navbera welatên hevpeyman û mihwer bû, belku şerê navbera miletên wan welatan bû, ji ber ku heger em vegerin dîroka şerê cîhanî ya duyemîn em ê bibînin ku dewletan di şer de hewla jinavbirina miletên hevdu didan, ne tenê supayê şerker, di wê dema dîrokî de Barzanî Mistefa pênaseya azadiyê di ferheng û dîroka Kurd de bo cîhanê eşkere kir ku azadî wate bihvrejiyana aştiyane ya navbera gel û neteweyên cîhanê, ev pênaseye zelal di nameya Barzanî Mistefa de hatiye ku ji Ebdulrehman Ezam Paşa re şandiye ku paş wê berwarê bûye serokê komkara Erebî û têde nivîsandibû ku Kurd şer bi neteweya Ereb re nake, belku şer bi wê rejîmê re dike ku neteweya Kurd û Ereb tepeserdike û bi hevdu dide kuştin, bala xwe bidin meznahiya hizra Barzaniyê nemir ku di vê nameyê de derdikeve ku di demekê de nivîsandiye ku Hîtler Stalîngrad dorpêçkiribû daku gelê Rûsiya di wî bajarî de bi temamî bimrin, Stalîn jî bi wî curî bombebarana Berlînê dikir her wek ku hemû Almanî Hîtler bin, lê ew di wê demê de azadiyê wek bi hev re jiyana aştiyane ya netewe û gelan pênasedike.
2- Heger em bi şêweyekî rexneyî carek din bala xwe bidin ew nama ku Barzanî Mistefa ku li sala 1943ê arasteyî raya giştî ya Erebî kiriye û bipirsin gelo ew hizir û baweriya Mistefa Barzanî bû ji bo pênasekirina azadiyê, yan tektîkeke siyasî bû daku şoreşa wî bi serkeve? Di bersiva vê pirsyarê de dîroka neteweya me ji me re dibêje: ew pênaseya Barzanî Mistefa bo azadiyê kirî, ew berhema hemû kiltor û ferheng û dîrok û taybetmendiyên neteweya kurd e wek neteweyekî bindest û dagîrkirî û aştîxwaz, lewra Barzanî Mistefa ev pênaseye berî her cihekî li wan navçeyan meşand ku bûne navçeyên azadkirî yên şoreşê, ev zimanê şoreşê bû ku di êzgeha şoreşê de bi zimanê hemû neteweyên Kurdistanê peyama şoreşê arasteyî hemû gelê Kurdistan û cîhanê dihat kirin.
3- Pênaseya Barzanî Mistefa nîşanî me dide ku azadî ne yek renge, belku berhema bi hev ve girêdana hemû rengane, dirustkirina zimanekî hevbeşe, ku neteweya kurd bi bê wergêr ji neteweya Turkman, Ereb, kildaşûr, Turk û faris têdigehe û ew jî bi berûvajî ji kurdan têdigehin bê ku pêwîstiya wan bi wergêr hebe, wate Barzanî Mistefa ji me re dibêje azadî bi zimanekî diaxfe ku ew jî zimanê hemû neteweyên cîhanê ye û hemû jî wek hev jê famdikin, anku Barzanî Mistefa ji destpêkê ve ji hemû Kurdistaniyan re û paşê ji Ereb, Turk, Fars û hemû cîhanê re ragihand, têgehiştina keltor, ferheng û dîroka Kurdan ji bo wateya azadiyê, ew zimane ku gereke win bi xwe, xwe fêrê bikin daku ji me têbigehin, ji ber ku zimanê azadîxwazan yek zimane û ew ê ne azadîxwaz be jê tênagehe.
4- Pirsyara din li ser ev têgeheştina kûr bo ziman û wateya azadîyê ew e, gelo kesekî derveyî netewa kurd ji ev zimanê kurdan bo azadiyê têgehiştiye? Di bersiva vê pirsyarê de dîsa dîroka neteweya me ji me re dibêje, li ser astê Iraqê semahet Ayetulah Muhsên Hekîm redkir fetwayê li dijî Kurdan bide û cewahirî helbestvanê mezin yê Ereb bi (Mistefayê Emîn) bersiv daye û heta ku mir ew kume ji serê xwe dananî ku li ser hatibû nivîsandin Kurdistan.
Ev wê watayê dide ku Cewahirî helbestvanê mezin ji ew kumê ku li ser hatibû nivîsandin Kurdistan, hemû pênaseyên azadiyê têde dixwand, lewra bi şanazî wek kure erebek dida ser serê xwe û gereke erebên din jî ji Kurdistana li ser kumê Cewahirî hatî çandin fambikirina ku Barzanî Mistefa navê Kuridstanê biqasî pênaseya azadiyê kiriye, ev jî ne tenê ji bo neteweya Kurd û kurdistanê belku ji bo hemû mirovatiyê.
5- Heger em carek din wê pirsyarê bikin, gelo ev pênaseye tenê ji bo serdemê Barzanî Mistefa raste yan hizra Barzanî Mistefa bi me re zindiye û niha jî ev pênaseye her zindiye? Di bersiva vê pirsyarê jî de dîroka neteweya me ji me re dibêje, ev pênaseye rêxistina kiltor û ferheng û dîrok û îradeya neteweyekî ye ji bo pênaseya azadiyê, lê belê ev karlêk û bi hev ve girêdan ku pênaseya azadiyê pê hatiye kirin, sîmbolê neteweyê rêxistiye û rûyê ciwan yê neteweyê nîşanî cîhanê kiriye, lewra her serok û serkirdeyek dema vegere nav dîrok û kiltor û ferhenga netewî ya xwe û bi heman şêwazê Barzanî hewil bide wiha heman pênaseyê ji bo azadiyê niha bike û bi zimanê zikmakiya neteweyî pênaseya vê azadiyê bike wê hemû cîhan têbigehe, nûtirîn nimûne jî, pênasa niha ya Mesûd Barzanî ye wek şagirtê Barzanî Mistefa ji bo azadiyê, me hemûyan dît ku serok Mesûd Barzanî bi zimanê kurdî di kongireya Partiya Dad û Geşepêdanê (AKPê) de bi zimanê kurdî pênaseya azadiyê bo miletê Kurd û Turk kir, şagirtê Barzanî Mistefa ji endamên partiya deshelatdara Turkiya di hundirê Turkiyayê de got, azadî wate bi hev re jiyana netewa kurd bi şêweyekî aştiyane, serok Mesûd Barzanî ev peyame bi zimanê kurdî bi hemû nûnerên welatên Yekîtiya Ewropa ragehandiye ku her neteweyek ji wan bi zimanekî cuda daxfin, lê wek nûnerê Yekîtiya Ewropa li ser pênaseya Mesûd Barzanî ji bo azadiyê ji wî re ragehandin ku hemû Yekîtiya Ewropa deyndarê hewlên Barzaniye.
Neqşa Barzanî di nav dîroka netewa me de
Li ser benda vekirina Navenda Mistefa Barzanî ji bo Aştiyê li Zanîngeha Emrîka li Waşintonê, nivîserê van dêrana ku li wê demê endamê desteya nivîser ya Rojnameya Birayetî bû, di dîdarekê de ji hizirmendê mezin yê Kurd mamosta Mesûd Mihemedî pirsyarkir: tu çawa temaşayî Barzanî Mistefa dikî? Wî di bersivê de ji me re got:
(Barzanî qeder e, bê ku min dengê xwe dabê, serokê neteweyekî ye, bê ku îradeya min têdehebe, sîmbolê neteweyekî ye)
Heger em temaşeyî ev axaftina hizirmendê mezin yê kurd mamosta Mesûd Mihemed bikin, em ê pir zelal hest bi wê lojîkê bikin ku mamosta Mesûd Mihemed di wan dêran de derbiriye, ew jî wate Mistefa Barzanî di nav wîjdanê neteweyekî de bûye sîmbol ku hemû takekî kurd di îradeya Barzanî Mistefa de temaşeyî îradeya xwe dike,Barzanî Mistefa ne ji ber wê bûye sîmbol ku pêşmergeyekî qareman bû, berûvajî renge cenabê Barzanî Mistefa wek pêşmerge her biqasî ew pêşmergeyên ku pêre bûn şer kiribe, herwiha Mistefa Barzanî ne dewlemend bû ku bi sedema dewlemendiyê xelk li dora wî kombibûn, herwiha Mistefa Barzanî ne serok Eşîrek bû heta em bêjin bi sedema eşîreya wî şoreş kiriye û paşê xelk li dora wî kombûne, baş e ka em ji xwe bipirsin, gelo heger Barzanî Mistefa yek ji van baya wê bibûya sîmbola neteweyî, renge yek ji van taybetmendiyan serkirdeyekî yan serokekî li ser astekî navçeyî navdariyekê çêke, lê Mistefa Barzanî bê ku çi ji van taybetmendiyan hebe di wîjdana neteweyekî perçe perçekirî li her çwar parçên Kurdistanê wek sîmbola neteweyî hatiye temaşekirin û cîhanê jî danpêdan bi vê yekê kiriye ku Barzanî Mistefa sîmbola neteweya kurd e li hemû cîhanê, pir caran neyar û nehezên Mistefa Barzanî ew serkirdên di astê mezinahiya Barzanî de xwe bi xwe biçûk dînin, ku pirsyar ji wan hatiye kirin, we bo çi Barzanî wiha mezin kir? Her ev ji wan dihat ku bêjin, me Barzanî mezin nekiriye, Barzanî li Sovyet penaber bû, rojnameya Niyûyork Taymiz a Emrîkî dinivîsand (Melayê cemedan sor gefan li Îrana Padîşayetî dike û dagîr dike) temaşekin, ev bersiva dujmin û nehezên Barzanî ne, ku naxwazin danpêdanê bi wê bikin ku ew wîjdana neteweyekî ye serokê xwe mezin kiriye, ji vê jî giringtir heger em vegerin sîmbolên netewî yên hemû neteweyên cîhanê, em ê hest bikin ew îradeya Emrîkiyane ku Corc Waşinton kiriye bi bav û sîmbol, ew Îradeya Almana ye ku Bismarkî kiriye bi bav û sîmbol, ew îradeya Hîndistaniyane ku Gandî kiriye bi bav û sîmbola neteweyî.
Lê belê ka em li vir vegerin nav dîroka hemû neteweyên cîhanê û em wê pirsyarê ji xwe bikin, bipirsin gelo ji bilî îradeya neteweyê, sîmbol û bavê neteweyî dirust dibe? Di bersiva vê pirsyarê de fêla dîrokê û bemana hîglî ji me re dibêje: belê bi şêweyekî demkî dirust dibe, lê paş demekî di wîjdana neteweyê de dimre, nimûna ew ên ku dixwazin di çwarçovê fêla dîrokê de wek sîmbol derkevin, lê dema fêla dîrokê eşkere bû, neweyên niha peykerên berê hildweşînin, bi watayeke din heta ku di deshelatê de ne bi darê zorê dibin bi sembol, lê ku deshelata wan nema ji wijdana neteweyê tên avêtin, sedema vê yekê jî bo wê çendê vedigere , ew cureyên sîmbolên çêkirî nikarin bi karlêka kiltor û ferheng û dîrok û îradeya neteweyê di nav dîrokê de neqşa azadiyê çêkin, belku aydiyolojiyeke diyarkirî bi navê azadiyê di nav dîroka neteweya xwe de diçesipînin ku tu carî wîjdana neteweyê heta heta wê aydyolojiyê qebûlnake.
Lê belê ew ên wek Corc Waşinton ku li ahenga ça vexwerina ser deryayê Bostin neqşa azadiyê di dîroka Emrîkiyan de taşî, yan Gandî ku bi karwanê xwe neqşa azadiyê di dîroka Hîndistan, Pakistan û Bengiladişa niha de taşî, bi heman şêwe wek Barzanî Mistefa ku ji Silêmaniyê vegeriya Barzan û bi yekemîn şoreşa neteweyî ya seranserî neqşa azadiyê di dîroka netewa kurd de taşî, wiha ev cureyên serokan dibine bav û sîmbolê neteweya xwe, netewe jî bi cudahiya ol, ziman û aydiyolojiyên cuda wek bav û symbol lê temaşe dikin û şanaziyê bi ew neqşa azadiyê dikin ku di dîroka neteweyê de wek berhemê rêxistina îradeya neteweyî li ser destê symbol û bavê neteweyê temaşedikin.
Lewra ku em vedigerine dîrokê em ev ruhê zindî yê bav û sîmbola neteweyî di wîjdana neteweyê de dibînin, yan pir caran di bîranînekê de wîjdana neteweyê nîşanî neviyên niha dide û dema neviyên niha ku bi wê dîrokê re jî nejiyane bi xwe hest dikin ew ruhê zindî di wîjdana wan jî de heye, li vir cihê wê ye ku em nimûneyeke bilind û zindî yê yek du salên dawî di vê bîranînê de bînin ziman, ku ew jî koça dawî ya Xato Hemayil Xana hevjîna Barzanî Mistefa bû, ev xanima mezin tevî ku li ser astê millî û neviyên di pê Barzanî Mistefa re wek pêwîst nayê naskirin, lê me dît çawa ne tenê neviyên di pê Mistefa Barzanî re, belku neviyên niha jî wek dayika hemû netewa Kurd ji bo koça wê rabûne ser piyan û wek dayika neteweyekî malavayiya wê kirin, ew a koça dawî ya Xato Hemayil Xan ji me re gotî ew bû ku hemû kurdek li Kurdistanê şînî ji bo dayika xwe daniye, li hemû koçeke Kurdistanê pirsa serxweşiyê ya taybet jê re hate danîn, wek giyanê Barzanî, koça dawî ya Xato Hemayil Xan bûye hevêna ji nûve yekrêzî û vekirina dergehê diyalog û nêzîkbûnê di navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê de, ew a me di rêûresma koça dawî ya Xato Hemayil Xan de dîtî, tu îradeyek ne bi qasiyê ye û ne îradeya tu partiyekî siyasî jî dikare wê rêûresmê rêkbixe, heta dibe ku tu kesekî bi ew astê mezin nehatibe kirin ku hemû gelê Kurdistanê di rojên serxweşiya Xato Hemayil Xan de pirseyê ji dayika xwe re danîbe, wate pirseya Xato Hemayil Xan kilîteke daku em ji ew axaftina bilind ya mamosta Mesûd Mihemed têbigehin ku Barzanî Mistefa ew qedereye ku bi xwe bi xwe di wîjdana her kesekî de wek sîmbol û bavê neteweyê derdikeve û hevjîna wî jî dayika her takekî neteweyê ye.
Hizra Barzanî Mistefa bo demê me yê niha
Em zêde gaviyê nakin heger em bêjin pirsa Xato Hemayil ji me re got hên gelê Kurdistanê li her çwar parçên Kurdistanê û bi hemû cudahiyên neteweyî û olî aydiyolojiya siyasî wêle li pê Barzanî Mistafayekî ne ku carek din Arasa sedsala bîst û yekê derbazbike, wêle li pê ew Barzanî Mistefa ne ku li sala 1946ê li Bako bername ji bo ragehandina Komara Kurdistanê daniye, wêle li pê ew Barzanî Mistefa ne ne ku îradeya bihêza gelê Kurdistanê bi cudahiya xwe ya olî û neteweyî û siyasî rêxistibû, wêle li pê ew Barzanî Mistefa ye ne ku li jêr top û balefiran di navçeyên azadkirî yên şoreşê de aramî û tenahî di nav neteweyên Kurdistanê de dirust kiribû, ew Barzanî Mistefa ye ye ku hemû li pê wêlin, ew hizra ku neqşa pênasa azadiyê di dîroka neteweya me de çêkiriye, ew hizra zindî ya di nav wîjdana her takekî neteweyê de heye, ji ber wê ye ku ew îradeye Mistefa Barzanî berhem anîbû, berhema îradeya gişt takên neteweyê bû ku di gel taybetmendî û ferheng û dîroka neteweyê de karlêkî pê kiribû, lewra û ji vê rastiyê bo dema me ya niha pir giringe ku em wê pirsyarê ji xwe bikin, gelo hizra Barzanî Mistefa bo niha û paşeroja neteweya me çi neqşeyekê di dîroka neteweya me de dirust dike? Ne bêjin gelo hizra Barzanî di pêşerojê de çi neqşek dirust kiriye? Heger ji bo bersiva vê pirsyarê em wek fokoyama berdewam dîrokê bixwînin, wiha bersiva wan pirsyaran ew e ku hizira Barzanî di dîroka netewa Kurd û Kurdistanê de hertim zindiye heta digehin azadî û serfiraziyê, lê belê azadî û serfirazî bi ew têgeheştina ku hizra Barzanî ji me re dibêje bi ew a ku welatiyên Kurdistanê di nav azadî û serfiraziya Kurdistanê îrada xwe ya rasteqîne berceste bibe û hest bike niha jî wek duhî her Barzanî Mistefaye rêberatiya me dike, wate eger em ji vê xalê berê xwe bidin serok Mesûd barzanî ku îradeya gelê Kurdistanê li cihê Barzanî Mistefa daniye, wiha di ev rewşa hestyar û nazik ya ku Kurdistan tê re derbaz dibe, cenabê serok Mesûd Barzanî ji her kesekî baştir dizane ku welatiyên Kurdistanê çaverêyî çi dikin ji cihgirê Mistefa Barzanî, ku bêgoman ew birêze dizane, ku hemû gelê Kurdistanê çaverêya azadî û serfiraziya yekcarî jê dikin, bêgoman serfirazî û azadî bi ew wataya ku hizra Mistefa Barzanî ji me re dibêje parastina vê azadiyê ye û berdewamî û gavavêtinên zêdetir e berev pêşve.