AMED - Etîketên bi Kurdî hatin belavkirin

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Ayşe Serra Bucak bi minasebeta Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li nav esnafan geriya.
Ayşe Serra Bucakê tevî karmend û berpirsên şaredariyê etîketên bihayan ên bi Kurmancî û Zazakî li esnafan belav kirin.
Bi vê çalakiyê dê ji niha û pê ve xelkê Amedê li ser dezgehan navên bi Kurdî yên fêkî û sebzeyan jî bibînin.
"Bila zimanê me bibe zimanê zikmakî"
Seroka Daîreya Çand û Karûbarên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Zeynep Yaşê got:
"Me ji bo Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ev etîket amadekirin.
Em hêvî dikin ku ev her tim berdewam bike û li bazaran zimanê me bibe zimanê zikmakî û her kes bi zimanê xwe biaxive.
Ji bo wê yekê me xwest hûn jî alîkariya vê xebatê bikin ji bo ku ziman bikeve nav bazarê û miletê me bi zimanê xwe dan û standinê bike."
Çalakî ji aliyê Serokatiya Daîreya Çand û Karûbarên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a hatiye sazkirin.
Ayşe Serra Bucak di çalakiyê de li gel esnaf û welatiyan sohbet kir û bal kişand ser girîngiya zimanê dayikê.
Her wiha li ser rewşa bazarê jî agahî wergirtin.
"Em dixwazin deriyên xwe bi Kurdî vekin"
Zeynep Yaşê behsa xebatên ziman kir û wiha got:
"Projeya me derbarê 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê de ye.
Em van belav dikin. Em dixwazin hûn êdî deriyên xwe bi Kurdî vekin û bi Kurdî bigirin.
Her wiha ji mêhvanên xwe re bêjin 'hûn bi xêr hatin' û 'şima xêr ameyî.”
Rêxistina Perwerde Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) 17ê Mijdara 1999an, 21ê Sibatê wekî Roja Zimanê Dayikê ya Cihanê qebûl kir.
Her sal ev roj ji aliyê xelkê Bakurê Kurdistanê ve bi çalakiyên cuda tê pîrozkirin û siyasetmedar, zimannas banga parastin û rola zimanê dayikê dikin.
Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê her sal li çar aliyê cîhanê bi çalakiyên cuda cuda tê pîrozkirin.
Rudaw