Mesrûr Barzanî: Divê dezgehên hikûmetê girîngiyeke mezin bidin zimanê Kurdî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku divê dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û saziyên çandî, zanistî û akademîk girîngî û bihayekî mezin bidin zimanê Kurdî.
Îro 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê ye.
Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) 17 Çiriya Paşîn a 1999an, 21ê Sibatê wekî “Roja Zimanê Dayîkê ya Cihanê” qebûl kir.
“Kurdî zimanê sereke û fermî yê Herêma Kurdistanê ye”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi wesîleya vê rojê peyamek belav kir û got:
"Ez Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê li hemû Kurdistaniyan pîroz dikim.
Zimanê Kurdî zimanê sereke û fermî yê Herêma Kurdistanê ye û li gorî destûra Îraqê jî yek ji du zimanên fermî yên Îraqê ye, lewma bipêşxistina zimanê Kurdî erkê her Kurdistaniyî ye."
Serokwezîr Barzanî jî got ku divê dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û saziyên çandî, zanistî û akademîk girîngî û bihayekî mezin bidin zimanê Kurdî û got:
“Zimanê me bingeheke girîng û sereke ya hebûn û nasnameya me ya neteweyî û niştimanî ye.”
Rudaw