Serokê Hikûmetê pêşwaziya şandeke saziya Darayî ya Navneteweyî kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro20.02.2025 pêşwaziya şandeke Dezgeha Darayî ya Navnetewî kir.
Di hevdîtinê de behsa pêşxistina hevkarî û hemahengiya di navbera her du aliyan de ji bo pêşdebirina sermayeguzariyên navxweyî û biyanî û sûdwergirtina ji rênimayiyên wê saziyê di warê pêşvebirina geşepêdana aborî bi taybetî di warê avadankirina navçeyên pîşesazî de hate kirin.
Li gor ragehandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di wê civînê de, pêxemetî berdewamkirina weberhênana navxweyî û biyanî û wergirtina mifayî ji rênimayên wê dezgehê di warê pêşxistina pêşkeftina aborî de û xasma jî çêkirina devera pîşesazî, danûstandin li ser pêşxistina alîkarî û hevahengiya navbera her du aliyan hatin kirin.
Wê şandê pesna bernameya çaksaziyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, xasma jî di warê hemerengkirina aborî û giringîdana bi kertên çandinê û pîşesazî û bankî û enerjiyê de.
Di pareke din a wê civînê de, danûstandin li ser encamên bicihanîna wê lihevkirinê hatin kirin, ku di navbera Dezgeha Darayî ya Navnetewî û Desteya Weberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatine îmzakirin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî spasiya Dezgeha Darayî ya Navnetewî kir, ji ber piştevanî û alîkarî û hevahengiya wan bi aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re.
Basnews