Sê berpirsên diyar ên Tevgera Gorran dest ji kar berdan

Îro 3 berpirsên diyar ên Tevgera Gorran yên binavê Hekîm Obêd Rehman û Rehîm Kerîm Faris û Mihemed Nesredîn li Kerkûkê di daxuyaniyekî de dest ji kar kêşana xwe ragehandin, ku ti pêywendiyeke wan bi Tevgera Gorran ve nemaye.
Her sê endamên Civata Tevgera Gorran di nameya xwe ya destjikarberdanê de ragehandine: “Diyar e rewşa niha ya ku Tevgera Gorran tê de derbas dibe û hebûna du aliyên cuda yên ramanê pir dûre ji armanc û mebestên ku ev tevger ji bo wan hat damezrandin.”
Herwaha wan her sê encaman aşkera kirine, ku di destpêka damezrandina Tevgera Gorranê ve, me xwe berpirsê hemû serkeftin û şikestinan li gor wê post û berpirsatiya ku me dîtiye, niha gihîştiye wê baweriyê ku êdî em nikarin di nava Tevgera Gorran de berdewam bin.”
Herwaha ragehandine: “Me birêzan di her du aliyên cuda de ji vê biryarê agahdar kiriye û em li vir jî radigihînin, ku êdî ti pêywendiyeke me bi Tevgera Gorran ve nemaye.”
Basnews