Donald Trump: Li Ukraynayê dema hilbijartinan hatiye

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew dikarin bi Moskowê re li ser qedandina şerê Rûsya û Ukraynayê rêkeftinekê bikin û li Ukraynayê dema hilbijartinan hatiye.
Trump dema ji Floridayê ber bi Washingtonê ve diçû di balafirê de ji rojnamegeran re axivî.
“Êdî dema hilbijartinan hatiye”
Trump amaje pê kir ku li Ukraynayê demeke dirêj e hilbijartin nehatine kirin û got:
"Êdî dema hilbijartinan hatiye. Demeke dirêj e hilbijartin nebûne.
Niha dema hilbijartinan e û di heman demê de dema wê ye ku em zanibin ka çi hatiye serê hemû pereyên ku Amerîkayê dane Ukraynayê."
Trump daxuyand ku dan û standinên bi Moskowê re yên ji bo xelaskirin şerê Rûsya û Ukraynayê baş dimeşin û got:
"Em bi Rûsyayê re gelekî baş diçin. Em dê bi Rûsyayê re tiştekî bikin ku Volodymyr Zelenskyy nikarîbû bike.
Em dikarin bi Rûsyayê re rêkeftinekê bikin da ku em rê li ber kuştina milyonan mirovên din bigirin."
"Kart hinekî di destê Rûsyayê de ne"
Trump bi gotina "Ez bawer im Rûs dixwazin bibînin ku şer bi dawî bûye. Kart hinekî di destê wan de ne çimkî wan gelek ax standiye" amaje pê kir ku Moskow di dan û standinan de li beramberî Kievê de bi awantaj e.
Trump daxuyand ku wan ji bo Ukraynayê 350 milyar dolar xerc kirine û got ku wan li hemberî vê peymaneke têkildarî madenên hêja yên axê xwestiye.
Trump got, wî berê Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent şandibû Kievê lê Zelenskyy peymana ku hatibû pêşiya wî mohr nekiribû.
Macron û Starmer diçin Washingtonê
Trump li ser pirsekê ragihand ku Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron dê di demeke nêzîk de herin Washingtonê û got, "Dibe ku duşemê be."
"Têkiliyeke min a baş bi Serokê Çînê Şi re heye"
Serokê Amerîkayê Trump ragihand ku têkiliyeke wî ya baş bi Serokê Çînê Şi Cinping re heye û got:
"Ez bawer dikim têkiliyeke me ya pir baş bi Serok Şi re heye lê ji bîr nekin, ew ji Çînê hez dike, ez jî ji Amerîkayê hez dikim.
Yanî li vir hinekî pêşbazî heye lê ez dikarim bibêjim ku têkiliya min a bi Serok Şi re têkiliyeke pir baş e."
Trump li ser pirsekê got dibe ku ew bi Çînê re peymaneke bazirganiyê jî îmze bikin.
"Divê Greenland a me be"
Trump li ser pirsekê daxuyaniyên xwe yên berê yên li ser Greenland ducare kirin û pê de çû:
"Ji bo ewlehiya neteweyî divê Greenland a me be.
Berê jî behsa Greenland dikirin lê niha bi saya çekên modern, balafir û lezê zêdetir behs dikin. Ji ber van hemû sedeman divê Greenland a me be."
"Em dê li ser TikTokê bi Çînê re biaxivin"
Li aliyê din, Trump amaje pê kir ku gelek kes dixwazin TikTokê bikirin û got ku ew dê pêşî bi Çînê re li ser vê mijarê biaxivin û xwe lê berda:
"Ez bawer im derfeta ku em tiştekî baş bi TikTokê bikin heye lê em dê li ser vê mijarê bi Çînê re jî biaxivin.
Ma aliyekî wê heye? Helbet heye lê dê tiştekî pir baş be ku TikTok bijî û em bifiroşin kesekî ku dê karekî baş pê bike."
Rudaw