• Sunday, 23 February 2025
logo

Merciya Bilind a Şîeyên Iraqê yekem roja Remezanê diyar kir

Gulan Media February 20, 2025 Nûçe
Merciya Bilind a Şîeyên Iraqê yekem roja Remezanê diyar kir

Merciya Bilind a Şîeyên Iraqê Ayetullah Elî Sîstanî yekem roja Remezanê diyar dike û li gor Suneyan rojek piştî wan yekem roja Remezanê ye.

Îro 19.02.2025ê Ofîsa Merciya bilind a Şîeyên Iraqê Ayetullah Elî Sîstanî daxuyaniyek belav kir û li gor heman daxuyaniyê roja 02.03.2025ê yekem roja meha Remezanê destpê dike.

Li gor heman daxuyaniyê pêşbînî tê kirin yekem roja Remezanê 2yê Adarê dest pê dike û 30 – 31ê Adarê jî dawiya meha Remezanê ye û demên bangê êvari jî hatiye diyar kirin ku ji 18:15ê û ber bi dawiyê jî digehe 18:37 hûrdem û deqîqê fitar dikare bê vekirin.

Bi wî awayî meha Remezanê li gor Suneyan cudatir dibe û li gor Suneyan jî roja 01.03.2025ê yekem roja Remezanê ye.

 

Basnews

Top