• Saturday, 22 February 2025
logo

Encûmena Wezîran çaverêye ku di demeke herî zû de hinartina petrol Herêma Kurdistanê destpê bike

Gulan Media February 20, 2025 Nûçe
Encûmena Wezîran çaverêye ku di demeke herî zû de hinartina petrol Herêma Kurdistanê destpê bike

Îro 19.02.2025ê bi serperestiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê civiya.

Di destpêka civînê de, Serokwezîran behsa bûyera destdirêjîkirin û rêgirtin li cotkarên resen ên Kurd li sînorê bajarokê Sergeranê li parêzgeha Kerkûkê di çend rojên borî de kir û amaje bi wê da ku ev reftar, karekî nadedstûrî û neyasayî ye û nayê qebûlkirin. Em dijî her cure stemkariyekê ne li hember cotkaran ku xwediyên resen ên erdên xwe ne û divê azadane mafê wan ê çandin û sûdwergirtina ji milkê xwe û bapîrên xwe hebe.

Serokezîr Mesrûr Barzanî bi navê Encûmena Wezîran, piştgiriya bo mafên rewa yên cotkarên xwediyên resen ên wan erdan dubare kir û tekez jî kir ku pêwîst e di çarçoveya yasaya jimare 3 ya sala 2025an de, ku Encûmena Nûneran derbarê hilweşandina biryarên rejîma Bees û vegerandina erd ji bo cotkarên xwediyên resen ên wan erdan pesend kir, êdî dawî bi hemû berbest û astengiyekê bê anîn, ta cotkar sûd ji erdên xwe werbigrin ku yasayê ji bo wan vegerandine.

Di birgeya yekem a civînê de, Serokwezîran kurteyek derbarê beşdariya şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîran û beşdariya Cîgirê Serokwezîr di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubay di rojên 11-13ê vê mehê û dîdar û civînan û nûkirina yadeşta hevtêgihiştina di navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Îmaratê de bo hevkariya û hevahengiyê di navbera herdu hikûmetan de di sektorên cuda de bo dema pênc salên din, pêşkêş kir.
Encûmena Wezîran, wezaretên peywendîdar raspartin ku bi pîvan taybetmendiya xwe, karên pêwîst encam bidin, bo bedawdaçûna cîbicîkirina vê yadeşta hevtêgihiştinê bi arasteya sûdwergirtin ji ezmûna dewlemend û pêşketî ya sazî û dezgehên Îmaratê di sêkterên cuda yên Hikûmeta Herêmê de.

Di birgeya duyem de, raporta lijneya hevbeş a di navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federal de taybet bi rêkxistina rêkarên kalîte kontrol û polênkirina belîndaran ji aliyê lijneya hevbeş a wezaretên peywendîdar ên herêmê hat pêşkêşkirin ku bo vê mebestê mêvandarî kiribûn û di çarçoveya raportekê de, pêşveçûn û berbestên wan rûn kiribû.

Encûmena Wezîran di dû gotûbêj û ragohêrînê de, tekez kir li ser bihayê hevahengîyê û hevkariya di navbera wezaretên peywendîdarên herdu Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federal de ji çareserkirina kêşeyên peywendîdar bi pîvanesaziyê û kontrola corî, ew jî di çarçoveya desthilat û taybetmendiyên destûrî yên herdu aliyan, bi corek belgeyên pişkînîn û kontrola corî ya kereste û kelûpelan ji alî herdu aliyan ve, wek yek berkarbin û piştî xwe pê bistin û birew bi peywendî berdewam û hevahengîyê di navbera desteya pîwanesaziyê û kontrola corî ya Herêm û Federal bê dayîn. Ji bo guhêrtina zaniyarîyan û pêkênana lijneya hevbeş bo dilniyabûn ji rast û duristiya belgeyên pişkînînê yên herdu aliyan bo berhemên hawirde û berhema navxweyî ya Herêm û Iraqê, bi arasteya nehiştina astengiyên gehandina berhem û kalayên Herêm bo navrasta û başûrê Iraqê, ev jî dû pişkînîn û dilniyabûn ji selametî û duristî wan û herwiha sûdmendbûna Herêm ji berhemên navxwe ya navçeyên din yên Iraqê bi heman miamilê û rêkarê hevşîwe, bo vê mebestê jî, Encûmena Wezîran lijneya hevbeş a Wezaretên Pilandanan û Bazirganî û Pîşesaziyê û Navxwe raspartin, ku berdewam bin di peywendî û civînên wan de gel lijneya hevta ya li Hikûmeta Federal û bigerxistina gişt hewlanan bo gehîştin bi çareserî û mîkanîzma hevbeş.

Di birgeya dawiyê de, encama civîna duh a hevbeş a Wezareta Çavkaniyên Siruştî û Wezareta Petrolê ya Federal hate pêşkêşkirin ku li Hewlêrê hatibû sazkirin û taybet bû bi rêkar û mekanîzmayên cîbicîkirina yasaya jimare 5 a sala 2025an taybet bi sererastkirina yekem a yasaya budceya giştî ya federal derbarê hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, ev birge ji aliyê Wezîrê Çavkaniyên Siruştî bi wekalet Kemal Mihemed Salih ve hate pêşkêşkirin.

Encûmena Wezîran tevî dûpatkirina helwesta xwe bo pêşwazîkirin û piştgiriya li cîbicîkirina yasaya sererastkirina yekem a madeya 12 di yasaya budceya Iraqî Federal de, tekezî li wê jî kir ku Herêm daxwaz dike zû hinardekirina petrola Herêmê dest pê bike û ev jî, di berjewendiya hemû aliyan de ye, çunkî bi sedema rawestandina hinardeya petrolê di meha adara sala 2023an de, çendîn milyar dolar ziyan gihîştiye dahata giştî ya Iraqê. Bo vê mebestê jî, Encûmena Wezîran, Wezareta Çavkaniyên Siruştî raspart, ku zû li ser rêkar û mekanîzmayên destpêkirina petrola Herêmê ligel Wezareta Petrolê ya Federal di hevkariyî û hevahengiyê de berdewam bin, bi taybetî jî ku niha yasayê ketiye warê cîbicîkirinê û rêgiriyek yasayî li ber pêvajoyê nemaye û yasayê nexşerêya babetê bi rûnî destnîşan kiriye.

 

Basnews

Top