• Saturday, 22 February 2025
logo

Li Şamê êrîşî Kurdan hat kirin

Gulan Media February 19, 2025 Nûçe
Li Şamê êrîşî Kurdan hat kirin

Komeke çekdar ji Dêrazorê hatiye Şamê û bi ser taxeke Kurdan de girtiye. Ji ber wê êrîşê, çend şêniyên wê taxê birîndar bûne û rewşa yek ji wan jî nebaş e.

Çavkaniyên nûçeyan îro (Sêşem, 18.02.2025) amaje da, “Li devera Zoravayê ya Şamê komeleke girêdayî komên çekdar ên artêşa niştîmanî ya Sûriyeyê bi ser devera Zoravayê ya Şamê de girt, ku piraniya şêniyên wê deverê Kurd in.

Ciwanekî Kurd bi navê Koman, ku li wê taxê xwediyê dikaneke kincan e, di wê êrîşê de bi giranî birîndar bû, herwesa hejmareke din jî ya welatiyên Kurd li wê derê birîndar bû.

Li dû zanyaran, ew koma çekdar ji Dêrazorê hatiye û êrîş kiriye ser Kurdên taxa Zoravayê ya Kurdan li Şamê, drûşmên nehêlana tevaya Kurdan bi dengekî bilind dibêjin.

 

K24

Top