Wezîrê Veguhastinê yê Hondurasê: Em li ser pirsgirêka koçberan bi Amerîkayê re diaxivin

Wezîrê Veguhastinê yê Hondurasê Roberto Ordonez ji Rûdawê re ragihand, "Em bi hikûmeta Amerîkayê re li ser pirsgirêka koçberan di nav guftûgoyan de ne lê em bawer nakin ku Amerîka dê hemû Hondurasiyên li wir vegerîne, ji ber ku ew karkerên jêhatî ne."
Roberto Ordonez li Dubaiyê beşdarî Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan bû.
Ordonez ji Nûçegihanê Rûdawê Hawar Ebdulrezaq re got:
"Yek ji qeyranên sereke ew serdemê nû ye ku bi hikûmeta Amerîkayê re li pêşiya me ye, ji ber ku ew di nêzîkbûna xwe ya ji bo hikûmetan û koça xelkê ya ji welatên xizan ber bi Amerîkayê de guherînan dikin."
Wî li ser vegerandina penaberên Hondurasî ji Amerîkayê da zanîn:
"Honduras welatekî gelekî xizan ê Amerîkaya Latîn û cîhanê ye ku pişta xwe gelekî bi şandina pereyan ve girê daye.
Em nêzîkî ji sêyeka berhema navxweyî bi rêya şandina pereyan bi dest tînin. Ji ber vê eger pir kes bên vegerandin bandoreke mezin dê çêbibe."
Wezîr li ser mijara ku Amerîka dê gelek welatiyên Hondurasê vegerîne anî zimên:
"Xelkê me di avahîsazî û çandiniyê de karkerên gelekî baş in ku Amerîkî wan karan nakin.
Ev pêşbîniya me ye, her çi qasî Amerîka dixwaze bi kêmanî 200 hezar welatiyên me vegerîne jî nêzîkî 2 milyon welatiyên me li Amerîkayê hene.”
Wezîrê Veguhastinê yê Hondurasê Roberto Ordonez pirsên Hawar Ebdulrezaq bersivandin:
Rûdaw: Tu dikarî ji me re bibêjî, li ser civîna sala îsal çi hêviyên te hene, derbarê qeyrana ku cîhan pê re rû bi rû ye, civîn dixwaze çi bi dest bixe?
Roberto Ordonez: Ev civîn derbarê karê hikûmetan e li cîhanê, derbarê rêbaz û rêyên cuda yên ku pişta xwe bi wan girê dane. Yek ji qeyranên sereke qonaxa nû ye ku li pêşiya me ye bi hikûmeta Amerîkayê re, ji ber ku ew guherînên mezin di dan û standina bi hikûmetan re û koça xelkê ji welatên hejar ber bi Amerîkayê ve dikin.
Ev jî dibe sedema ku bandorê li gelek welatan, her wiha bandorê li wan peymanên ku li ser bazirganiyê hatine kirin dike. Ji ber ku ew bacên giran û gumrikên ku Donald Trump datîne ser Meksîka, Kanada, Çînê û welatên din, dibin sedema guherînên di bihayên navxweyî û derve de. Ew biha jî dibin sedema bandora li wan welatên ku bazirganiyê dikin û kel û pelan tînin. Her wiha welatên hejar jî ziyanê dibînin.
Rûdaw: Te behsa vegera Trump û sepandina gelek biryaran kir derbarê koçberiyê. Biryara vegerandina penaberan dê çi bandorê li welatê we bike?
Roberto Ordonez: Honduras welatekî herî hejar ê Amerîkaya Latîn û cîhanê ye ku pir pişta xwe bi şandina pereyan ve girê dide. Em nêzîkî ji sêyeka ya berhema navxweyî bi rêya şandina pereyan bi dest tînin. Ji ber vê eger xelkekî zêde bê vegerandin, bandor dê gelekî mezin be lê em bawer nakin ku Amerîka hejmareke zêde ya Hondurasiyan vegerîne, ji ber ku xelkê me di avahîsazî û çandiniyê de karkerên gelekî baş in ku Amerîkî wan karan nakin.
Her çend Amerîka dixwaze herî kêm 200 hezar welatiyên me vegerîne jî em vê pêşbîniyê dikin, nêzîkî 2 milyon welatiyên me li Amerîkayê hene.
Rûdaw: Pirsa dawî, gelo hikûmeta Hondurasê çawa bi îdareya Trump re axiviye da ku wan pirsgirêkên we û welatên cîran çareser bikin?
Roberto Ordonez: Pêşî, me çend kes wergirtin ku bi balafirê yan du balafiran vegerandibûn Hondurasê, lê hikûmeta me planek daniye da ku wan kesan wergire ku wan vedigerînin Hondurasê. Me çend rê danîne ji bo axaftina bi balyozxaneya xwe ya li Amerîkayê û hikûmeta Amerîkayê re da ku guftûgoyê li ser çawaniya mameleyê bi vê rewşê re bikin.
Rudaw