Îxlas Dilêmî: Hikûmet bi merem xişteya budceyê ji Civata Nûneran re naşîne

Cîgira Serokê Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê amajeyê dide ku, Hikûmeta Îraqê bi merem xişteya budceyê ji Civata Nûnerên Îraqê re naşîne, ji bo ku ew nekarin destkariyê tê de bikin.
Cîgira Serokê Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê Îxlas Dilêmî ji K24ê re ragehand, “Hikûmeta Îraqê heta niha xişteya budceyê yê sala 2025ê ji bo Civata Nûnerên Îraqê neşandiye.”
Cîgira Serokê Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê herwesa got, “Me li Lijneya Darayî bi awayekî fermî daxwaz kiriye ku budceya 2025ê bê şandin, lê Wezareta Darayî ya Federalî rêkarên hûrbîniyê temam nekirine.”
Îxlas Dilêmî amaje jî da, “Me têbînî li ser wê xişteya hene û divê li ser bingeha xerciya giştî bê pejirandin, ne ku li ser bingeha 216 tirilyon dînaran ku di qanûna budceyê ya sala 2023ê de hatiye, ji ber ku li dû zanyarên Wezareta Darayî xerciyên giştî di navbera 150 heta 160 tirilyon dînaran de ne.”
Cîgira Serokê Lijneya Darayî eşkere jî kir, “Em li wê bawerê ne ku hikûmet niha ji bo şandina xişteya budceyê amade nîne, li bendê ye ku heta rojên dawiyê yên Civata Nûnerên Îraqê xwe bigire û paşî ji me re bişîne, ji bo ku em destkariyê tê de nekin û bê pejirandin, ji ber ku li meha Xizîranê bêhnvedana Civata Nûnerên Îraqê dest pê dike, paştir jî hilbijartin tên pêş, lewma neşandina wê xişteyê bimerem e.”
K24