Li Qamişlo û Kobanê komkujiyên li beravên Sûriyeyê hatin şermezarkirin

Bi sedan xelkê Qamişlo û Kobanê derketin kolanan û komkujiyên li dijî sivîlan ên li parêzgehên Laziqiye û Tertûsê şermezar kirin.
Şer û pevçûn di çend rojên borî de li parêzgehên beravên Sûriyeyê di navbera çekdarên alîgirên rêjîma rûxandî ya Beşar Esed û çekdarên rêveberiya nû ya Şamê de derketin.
Hêzên Ewlekariyê û grûpên çekdaran ên hevpeymanên wê ketin gund û bajaran û xwastin rewşê kontrol bikin, lê gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan, grûpên çekdaran komkujî di derheqê de sivîlên Elewî de kirin û dora 745 sivîlan ku piraniya wan Elewî ne hatin kuştin.
Li bajarê Qamişlo bi armanca şermezarkirina komkujiya li ser gelê Elewî yê li bajarên peravên Sûriyeyêm, îro 11ê Adarê bi hezaran kes meşiyan.
Meşa xelkê li Çerxerêya Sonî ya bajêr dest pê kir. Di meşê de bi sedan welatiyên bajarê Qamişlo, navçe û gundewarên wê, endamên saziyên civaka sivîl amade bûn.
Herwiha li bajarê Kobanê jî, meşê ji Qada Jina Azad dest pê kir û heta Qada Aştiyê dewam kir û xelkê komkujiyên li beravên Sûriyeyê yên li dijî sivîlan şermezar kirin û diyar kir divê hesabê komkujiyan were pirsîn.
K24