• Thursday, 13 March 2025
logo

Civata Wezîran danûstandinan li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dike

Gulan Media March 12, 2025 Nûçe
Civata Wezîran danûstandinan li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dike

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê berî nîvroya îro (Çarşem, 12.03.2025) bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî rûniştina xwe li dar dixe.

Li dû zanyarên K24ê, di rûniştina îro ya Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê de danûstandin li ser van mijaran tên kirin:

1.    Encamên dawî civînên hevpar ên navbra Wezareta Samanên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê û Wezareta Petrolê ya Îraqê bi amadebûna nûnerê kompaniyên petrolê, li ser bizavên destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê li ber ronahiya bendên qanûna edilandina budceya federalî.

2.    Diyarkirina rojên bêhnvedan û helkeftinên fermî di rojhijmêrka Hikûmeta Herêma Kurdistanê de.

3.    Raporta sindoqa piştevaniya pirojeyên biçûk ên ciwanan di derheqa lêborîna bi rêjeya 50% heta 100% ji bo qistên mayî yên mifadarên wexerkirî.

4.    Lêborîn ji bo silfa zewacê ya wan kêmendamên berî sala 2013ê silfa zewacê wergirtibû.

 

K24

Top