• Thursday, 13 March 2025
logo

Îsraîl: Em amadehiyê dikin ku tim li Sûriyeyê bimînin

Gulan Media March 12, 2025 Nûçe
Îsraîl: Em amadehiyê dikin ku tim li Sûriyeyê bimînin

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz, careke din peyama ku Îsraîl dê li ser Sûriyeyê bimîne dubare kir û got ku artêş ji bo vê yekê amadehiyan dike.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz çû Çiyayê Cebel eş-Şêxê yê Sûriyeyê û li wir ji televîzyona dewletê ya Îsraîlê KANê re axivî.

Yisrael Katz amaje bi wê yekê kir axa Sûriyeyê ya ku Îsraîl ketiyê dê êdî jê dernekeve û got, "Em bêqewl ango heta hetayê li vir dimînin."

Katz bal kişand ser bûyerên ku van rojên dawî li Sûriyeyê qewimîn û got, "Em li Sûriyeyê (ji bo ewlehiya Îsraîlê) gefan zêdetir tesbît dikin."

Bi gotina Yisrael Katz, artêşa Îsraîlê amadehiyên xwe li ser mayîna li cihên ku ketinê dike û li kûrahiya axa Sûriyeyê du baregehên artêşa wan hene.

"Îsraîlê li Sûriyeyê 40 cih bombebaran kirin"

Yisrael Katz diyar kir ku hêzên asmanî yên Îsraîlê, li herêmê nêzîkî 40 cihî bombebaran kirine da ku ti hêzên çekdar li başûrê Sûriyeyê nemînin.

Katz piştgiriya Îsraîlê ji Durziyên li Sûriyeyê re dubare kir û got, “Em dê ji bo her gefa li dijî Durziyan ji holê rakin tevbigerin.”

Sed Durziyên li Sûriyeyê dê Îsraîlê ziyaret bikin

Ji aliyê din ve, hat ragihandin ku nêzîkî sed endamên civaka Durziyên Sûriyeyê dê dawiya hefteyê Îsraîlê ziyaret bikin.

Durziyên ku herin Îsraîlê dê geşteke olî pêk bînin û goran ziyaret bikin.

 

Rudaw

Top