• Sunday, 19 May 2024
logo

Turkiya ji nav gêjawiya Rojhilatê Naverast li Ewrupa temaşe dike

Turkiya ji nav gêjawiya Rojhilatê Naverast li Ewrupa temaşe dike
Cihê cugrafî a Turkiya bi şêweyekê ye ku ji Rojhilatê Naverast ve temaşekî, wekî wekî welatekî rojavayî xuyadike û heger ji Rojava jî temaşekî wekî welatekî rojhilatî îslamî xuyadike, lewra heger Turkiya wek welatekî moslimanî rojhilatî were hejmartin wê demê Turkiya bo rojava pir giringe û heger wek welatekî Rojavayî jî were hejmartin dîsa bo Rojhilatê Naverast giringe, di vê çarçovê de, Turkiya him li ser astê Rojhilat wek welatekî mîhwerî tê temaşekirin, him bo Rojava bihevgirêdana Rojhilat û Rojava, dîsan bo Rojava giringiya xwe heye.

Pir ji çavdêrên siyasî li ser xwepêşandana parka Cîzî li Stenbolê şiroveyên xwe bi wê semtê dibirin ku buhara Turkiyê destpêkir, belê di demeke kin de derket ku encamê wan xwepêşandana ne şkestina partiya Dad û Geşepêdanê ye, belku baca serketina aboriya Turkiyê yeku li ser destê hikûmraniya wê partiyê li salên bûrî hatiye bidestketiye, herwiha baca vekirina ku Turkiya di warê demokrasî û çareseriya kêşa kurd gav bo avêtiye.

Bêgoman ev xwendine ne bi wê watayê ye ku xwepêşanderên Stenbolê li ser têkdana parka Cîzî ne heq bûn, ji ber ku paş ev pirse çûye ber dadgehê, dadgehê jî ew mafe daye xwepêşanderan ku gereke Hikûmetê li ser wê pirsê raya xelkê bistanda, lewra gorîna wê parkê sekinand, li vir mebest ji vê xwendinê ew e ku xelkê Stenbolê ne ji ber bêkarî û kêşeyên abûrî rijîne ser cadeyan wek me li welatên Erebî dîtî, lewra ew a li Stenbolê Rûdayî zêdetir bikaranîna soza xelkê bû ji bo dijatîkirina partiyekê ku di helbijatinên vê carê de jî bi texmîna piraniya çavdêran ne tenê piraniya dengan dibe, belku tê texmînkirin ji nîva dengan zêdetir bidestbixe û bi tenê hikûmetê avabike, paş rûdanên Stenbolê jî wek rapirsî derdixin hên jî ji nîvî zêdetir xelkê Turkiya amadene dengê xwe bidin partiya Dad û Geşepêdanê.

Ji Sifir Kêşe Bo Nav Gêjawiya Qeyranan

Turkiya li serdemê partiya Dad û Geşepêdanê siyaseta xwe a derve li ser bingehê sifirkirina kêşeyan li gel cîranan daraştiye, belê bi sedema gorankariyên navçeyê, niha Turkiya ji bilî Herêma Kurdistanê, kêşe bi hemû cîranên xwe re hene, dirustbûna van kêşeyan jî ne tenê we kiriye ku stratejiya siyaseta sifirkirina kêşeyan alozî têkevê, belku di hinek waran de bi taybet li gel kêşeya Sûriya hema çi nemaye bibe beşek ji kêşeyê ku bi xwe ji wê kêşeyê hez nake, her bo nimûne meha bûrî bi sedema teqînên bajarê Rîhaniye alozî bo dirust bû û di kêşeya parka Cîzî jî de pir ji çavdêran wiha didîtin ku kêşeyê rehindekî taêfî Elewî heye û li jêr karîgeriya Sûriya û welatên din yê cîran hatin handan, lewra di vê rewşê de gereke Turkiya li hemberî vê kêşê helwîsta xwe hebe, ku herî giring kêşeya Sûriya ye ku niha Turkiya boye dayingehek ji bo komkirina aliyên opozisyonê, vê yekê jî hinekî din mîhwera Sûriya, Îran û Rûsiya ji Turkiya dilgran kiriye, li hemberê jî ji ber Emrîka û welatên Rojavayî (NATO) ji ber çend sedeman hewla cidî nadin bo yekalîkirina kêşeya Sûriya û ji navbirina rejîma Esed, wiha Turkiya jî nikare bi tenê yan bi kêmasî bi bê piştgiriya NATO gaveke ji vî curî bavêje, sebaret bi vê çendê me pirsyar ji Cengîz Candar rojnamevanê navdar ê Turkiyê kir, wî jî bi vî rengî raya xwe bo Gulan derbirî û got: (di nava Turkiya de çend şepêlên xwepêşandana rûda, niha li Misrê jî ew gorankariye çêbû û Mihemed Mursî hate ladan, li Sûriya jî rejîmê çend serketinek li hember opozisyonê bi dest xistin, Emrîka jî li wî cihî nesekinî ku berê Turkiya dixwast û bi Rûsiya re ketiye gera li çareseriyê bo kêşeya Sûriya, lewra di vê qunaxê de pêwîste biryar der li Turkiya kombibin û vê rewşê ipîvin, li gor ew gorankariyên li nav û derveyî Turkiya çêbûne, çetine Turkiya bikare rolekî karîger di çareserkirina kêşeyê de bibîne, belê heger pêdaçûneke zêdetir di siyaseta xwe de bike li hember çareseriya kêşeya Kurdî û peywendiyên xwe bi Kurdên Sûriya re baş bike ku vê jî peywendî bi çareseriya kêşeya kurd li nav Turkiyê heye, wiha di vê rewşê de em dikarin texmîn bikin ku Turkiya dikare di çareseriya kêşeya Sûriya jî de rolekî berçav bilîze, belê niha nikare, lewra ta ku rewşa Misrê cêgîr nebe û ta ew rewşa ku li Stenbol û bajarên cuda cuda yên Turkiyê neyê aramkirin, helwêst wergrtin derbarê Sûriya de ne di çarçoveya mejî de ye, luma ez dibêjim gereke henaseyekê bikşîne û paşê rewşê helsengîne)

Dema em gotinên Cengîz Candar guhdardikin, em hest dikin ku gêjawiya qeyranên navçeyê çiqas karîgeriyê li ser rewta siyasî a Turkiya heye, di nav de jî gorankariyên Misrê paş rûxana Muhemed Mursî û karîgeriya wê li ser siyaseta Turkiya, li ser vê karîgeriyê me pirsyar ji Husên Guylirçe rojnamevan û şirovekarê siyasî li rojnameya Zeman a Turkî kir, wî jî bi vî rengî raya xwe bo Gulan derbirî û got: (bi boçûna min lingekî Turkiya li rojava ye û lingek li Rojhilatê Naveraste û cugrafiya welatên îslamî ye, ev jî wê wate Turkiya nikare gavekê ber bi Rojava ve bavêje heger temaşeya Rojhilatê neke û berûvajî jî, vê yekê wekiriye ku nabe Turkiya wek welatekî Rojhilatî temam yan Rojavayî temam were temaşekirin, di vê çarçovê de heger em li rolê Turkiya di çareseriya kêşeya Sûriya de temaşebikin, nabe Turkiya bo çareseriya kêşeyê Rûbirûyî Sûriya bibe, wate nabe wiha were nîşandan ku kêşeya Sûriya tenê kêşeya Turkiya ye, gereke li gel welatên navçeyê û Neteweyên Yekbûyî li çareseriyê bigere).

Tevî giringiya Turkiya li navçeyê û rola wê di ev qeyrana mezin a Rojhilatê Naverast de, pir çavdêr dibînin ku Turkiya nikare di vê rewşê de siyaseta sifir kêşe bi derver re birêvebibe lê baştire di nav xwe de siyaseta sifirkirina kêşeyan birêvebibe.

Sitratîjiyeta Sifir Kêşe Bo Siyaseta Navxwe ya Turkiya

Heger gav avêtin bo nehîştina kêşeyên navxwe yên Turkiya bibe sitratîj û ji hemûyan giring tir kêşeya Kurdî ku niha vekirinek dirustbûye û li ser vê pirsê hikûmetê diyalog bi PKKê re destpêkiriye, wê demê Turkiya dikare rolekî karîgertir li ser astê navçeyê bilîze, hewlên normalkirina peywendiyên navbera Hewlêr û Enqere ku Cengîz Çandar di vê lêdwana bo Gulan de bi hevbeçiya sitratîjî bi nav dike û tekezê li ser wê dike ku gorankarî tu karîgeriyekê li vê hevbeşiya sitratîjî nake, hest tê kirin ku ji bilî berjewendiya hevbeş a navbera Hewlêr û Enqera pir giringe, di heman dem de bo piroseya vekirinê li ser kêşeya Kurdî rengvedaneke mezin hebû û palderek bû daku hikûmeta Turkiya bikare gavên mezin bavêje, a niha herdu alî PKK û Hikûmeta Turkiya gav bi gav pêşvediçin, derbarê vê çendê Cengîz Çandar ji Gulan re ragehand: (sebaret bi peywendiyên navbera Turkiya û Herêma Kurdistanê, goman tê de tune ye ku turkiya weke şerîkekî siyasî bi Herêma Kurdistanê ve sedike, ev gorankariyên li navçeyê û Turkiyê rûdidin, tu karîgeriyê li peywendiyên navbera Turkiya û Herêma Kurdistanê nakin, derbarê çareserkirina kêşeya Kurd li Turkiya, Receb Teyib Erdogan ragehandiye ku ew ji piroseya çareserkirina kêşeya Kurd paşvenakişe, li vir û wir em dibîsin ku aliyê Kurdî destnîşandikin ku gavên hikûmeta Turkiya di vê piroseyê de bilez nîne, belê aliyê Kurdî jî ragihandiye ku wê bi piroseyê ve pabendbin, niha komîteyek bi serokatiya Ehmed Turk û Gulten Keşnak pêkhatiye daku danûstanê bi çekdarên PKKê li Qendîlê bikin, ew paş ku bi hikûmeta Turkiya re rûniştin înca çûne Qendîlê, lewra daku em pêşveçûnên zêdetir di vê piroseyê de bibînin gereke em hinekî bi sebir bin, omêdek mezin heye û pirose berdewame û ji hemûyê giringtir ku herdu alî, aliyê hikûmetê û aliyê Kurdî tekezê li ser berdewamiya piroseyê dikin).

Di vê piroseyê de Herêma Kurdistanê rolekî giring gerandiye heta ku piroseyê destpêkir, lê pirsyar li vir ew e, gelo paş destpêkirina vê piroseyê, wê Herêma Kurdistanê bo serxistina piroseyê rol hebe?, derbarê vê pirsyarê Husên Gulêrçe bo Gulanê tekez li wêkir: ( di vê piroseyê de ku geheştiye qunaxa vekişîna PKKê, çi nemaye ku curek ji bê baweriyê dirust dibe, ji ber ku hikûmeta Turkiya tekezê li wê dike ku ta niha 15% çekdarên PKK vekişîne. Lê Selahedîn Demîrtaş wek aliyê Kurdî tekez dike ku 85% ji çekdarên PKKê ji cihên xwe livîne, luma di vê qunaxê de bi ew taybetmendiya ku Herêma Kurdistanê peywendiyên zor baş bi herdu aliyan, hikûmeta Turkiya û PKKê re heye, dikare rolekî mezin bo serxistina pirojeyê bigerîne).

Çareseriya Kêşeya Kurd Kilîteke Bo Vekirina Qeyranan

Di nav qeyrana aloz a ku navçe têre derbaz dibe û çinemaye were gohartin bo milmilaneke mezhebî navbera Şîe û Suneyan de , Kurd li her çwar parçan ne beşeke ji wê milmilanê belku hokareke bo ragirtina balansa hêzê û yekalîkirina kêşeyan, hokarê wê yekê jî ku Kurd ne beşekin ji ew milmilaneya mezhebî vedigere bo wê yekê ku Kurd kêşeya netewî heye ne olî, lewra heger ev kêşeye bi şêweyekî aştiyane were çareserkirin, wê demê teraziya hêzê bi aliyê wî welatî ve dişkê ku despêşxerî di çareserkirina vê kêşê de kiriye, ji vê jî giring tir Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetir piştgiriya wî alî dike ku destpêşxerî bo çareserkirina aştiyane a ev kêşa aloz û kevin dike, li vê rastê Turkiya di nav ev qeyrana aloz a Rojhilatê Navîn re derbaz dibe û hewleke cidî jî heye ku çirîska vê qeyranê bigehe Turkiya jî, wiha giringe gavên bi lez bo çareseriya kêşeya kurd bavêje û Herêma Kurdistanê jî wek hevbeşekî stratîjî piştevaniyê dike, wek Cengîz Çandar jî destnîşankir, ev gave bi çareseriya kêşeya kurd destpêdike û ji vê jî giringtir dergehekî feretir bo Turkiya vedibe daku bi leztir ji Yekîtiya Ewrupa nêzîk bibe.
Top