• Monday, 03 February 2025
logo

Trump li dijî Çîn, Kanada û Meksîkayê şerê aborî ragihand

Gulan Media February 2, 2025 Nûçe
Trump li dijî Çîn, Kanada û Meksîkayê şerê aborî ragihand

Piştî ku Serokê Amerîkayê bacên gumrikê bi ser berhemên Çîn, Meksîka û Kanadayê sepandin, her sê welatan jî ragihand ku ew dê bacê ji berhemên Amerîkayê bistînin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump doh bi fermaneke nû ji sedî 25 baca gumrikê bi ser berhemên Kanada û Meksîkayê de û ji sedî 10 jî bi ser berhemên Çînê de sepand.

Wezareta Bazirganiyê ya Çînê biryara Washingtonê şermezar kir û ragihand ku ew li dijî vê biryarê ne û da zanîn ku ew jî dê bi zêdekirina bacê ya li ser berhemên Amerîkayê bersivê bidin û got:

“Ji bo parastina maf û berjewendiyên Çînê ye.”

Wezareta Bazirganiyê ya Çînê her wiha ragihand, ji ber ku ew biryara “yekalî ya Amerîkayê wekî binpêkirineke eşkere ya rêkarên Rêxistina Bazirganiyê ya Cîhanê” dibînin ew dê giliyê Amerîkayê bikin.

Çîn dixwaze “Amerîka bila li pirsgirêkên navxwe yên wekî madeyên hişbir binêre, li şûna ku bacên gumrikê bi ser welatan de disepîne.”

Wezareta Karên Derve ya Çînê jî di daxuyaniyekê de ragihand ku “di şerê bazirganî û bacê de kesek bi ser nakeve.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku sepandina bacê ya bi ser Kanada û Meksîkayê de ji ber wê ye ku ew ji aliyê koçberiya neyasayî û belavbûna madeyên hişbir ve metirsiyeke mezin li ser Amerîkayê çêdikin.

Koşka Spî li ser biryara nû ya Trump bi daxuyaniyekê ragihand ku armanca vê gavê “rawestandina koçberiya neyasayî û rawestandina madeyên hişbir e.”

 

Rudaw

Top