Binkeyê Lijneya navçeya Xurmatû ya PDKê hat vekirin
Piştî 16ê Cotmeha 2017ê şûnde yekem care binkeyê lijneya navçeya Duz Xurmatû ya ser bi baskê 25ê PDKê hat vekirin û Ala Kurdistanê li ser hat bilind kirin.
Îro 02.02.2025ê bi amadebûna endamê polîtburoya PDKê û berpirsê mekteba rêxistina parêzgeha Kerkûk – Germiyanê Hîwa Ehmed Mistefa û cîgirê berpirsê mekteba rêxistinê Dr. Mihemed Xurşîd û hejmarek berçav ji berpirs û girseya ser bi PDKê ve careke din binkeyê lijneya navçeya Xurmatû hat vekirin û Ala Kurdistan û Ala PDKê li ser hat bilind kirin.
Di dema xiyaneta 16ê cotmeha 2017ê û piştî wê hemû binkeyên PDKê ketin bin êrîşê û ji aliye çekdarên Heşdî Şeibî û hin xelkên din ve hatin talan kirin. Navçeya Xurmatû jî yek ji wan cîha bû ku binkeyê PDKê yê deverê ket ber wê pêla êrîşan û piştî 8 salan îro ew binke hat vekirin.
Basnews