Medyaya Tirkiyeyê: Ocalan dê banga çekdanînê li PKKê bike
Li gor nûçeyên medyaya Tirkiyeyê Ocalan dê di demeke nêzik de banga çekdanînê li PKKyê bike. Li gor nivîskarekî diyar ê Tirkiyeyê, dewleta Tirkiyeyê dixwaze Ocalan bangeke bihêz û zelal li PKKê bike, da ku PKK guh bide banga wî. Lê profesorekî siyasetê dibêje, bihêzbûna banga Ocalanî û pabendbûna PKKê, dê çarenûsa Kurdên Sûriyeyê diyar bike. Heke Amerîka karî di navbera HSD û Şamê de rêkeftinek bike, HSD û ENKSê jî lihev bîne û Kurd bigihijin mafên xwe, PKK nikare li dijî vê siyaseta Amerîkayê raweste û dê banga Ocalanî bipejirîne.
Tê çaverekirin di demeke nêzik de şanda DEM-Partiyê bo cara sêyem serdana Rêberê PKKê yê zindanîkirî Abdullah Ocalanî bike û piştî wê serdanê Ocalan banga çekdanînê li partiya xwe bike. Lê cihê meraqê ew e ku Ocalan dê beramber çi vê bangê bike û PKK helwesteka çawa nîşan bide. Hin amajeyên bersiva vê pirsê di daxuyaniya herî dawî ya Hevserokê KCKê Cemîl Bayikî de hebûn ku beramber pêvajoyê bêminnet bûn. Nivîskarekî diyar ê Tirkiyeyê li dijî vê peyamê derdikeve û dide zanîn ku, li pêşiya PKKê bijardeyên bihêz nînin û heke Ocalan bangeke rijd bike, PKK neçare qebûl bike.
Nivîskar Yildiray Ogur ji K24ê re got: “Divê em bipirsin gelo Îran bijardeyeke bihêz e bo PKKê? Di demekê de ku Îran li Rojhilata Navîn gelek lawaz dibe û ji gelek welatan vekişiyaye. Lewma Îran bo PKKê ne bijardeyeke baş e. Amerîka jî her çend YPG, hevpeymanê wê be li dijî Tirkiyeyê ku endamê NATOyê ye bikar nayne. Lewma li pêşiya PKKyê bedîlên bihêz nînin. PKK xwe neçarê siyaseta xwe ya 50 salan dike û nikare rêyên nû bibîne. Lewma eger heye PKK bersiveke zelal nede banga Ocalan. Lê divê PKK guh bide Ocalan û vê derfeta baş a aşitiyê jidest nede. Heke ew derfet ji dest biçe, belkî careke din bidest nekeve.”
Lê ji bo Ocalan bikare bangeka rijd a çekdanînê li PKKê bike û PKK jî bersiveka zelal a erenî bide wî, divê şert û mercên çareseriyê werin avakirin dibêje zanayekî diyar ê siyasetê.
Li gor wî, heke bi pêşengtiya Amerîkayê rêkeftinek di navbera HSD, hikûmeta Şamê û ENKSê de were kirin, Tirkiye jî rizamendê wê rêkeftinê be, PKK nikare li dijî vê siyaseta Amerîkayê derkeve û guh nede banga Ocalanî.
Prof.Dr. Mesud Yegen dibêje: “Heta niha di navbera Tirkiyeyê, Amerîkayê, HSDê û Şamê de çi rêkefetinek çênebûye. Heta ku ev rêkeftin çênebe, Ocalan nikare banga dawîkirina PKKê bike. Heke wê bangê bike jî zehmet e ku PKK guh bide banga wî. Lê bûyer û pêşhatên dawî nîşan dide ku ev rêkeftin nêzik e. Ji ber ku Amerîka fişar dike ji bo HSD û Şam, HSD û ENKS lihev bikin û Rojava û Herêma Kurdistanê jî nêzikê hev bibin. Piştî çareseriyeke wiha a di pêşengtiya Amerîkayê de, Ocalan dê bangeke bihêz bike û PKK jî dê nekare bi serê xwe tevbigere.”
Abdullah Ocalan yekem car banga çekdanînê di pêvajoya borî ya çareseriyê de li PKKê kiribû, lê PKKê pabendê banga wî nebûbû. Ne diyar e PKK dê vê carê çi bike, lê ji daxuyaniyên berpirsên wê eşkere ye ku, dilxwazê danîna çekan nîne.
K24