• Monday, 03 February 2025
logo

Huseyîn Olan: Mesele ne çekdanîn e, divê sedemên çekan ji holê rabin

Gulan Media February 2, 2025 Nûçe
Huseyîn Olan: Mesele ne çekdanîn e, divê sedemên çekan ji holê rabin

Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyîn Olan li ser mijara çekdanîna PKKyê got, “Mesele ne çekdanîn e, divê sedemên çekan ji holê rabin.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê “pêvajoyeke nû” tê nîqaşkirin.

DEM Partiyê bi Abdullah Ocalan û gelek partiyên siyasî re hevdîtin kirin û guh da nêrînên aliyên cuda.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyîn Olan bû mêhvanê Rûdawê û pirsên Nalînê Hesenê yên li ser mijarê nirxandin.

“Em dixwazin pêvajo eşkere û zelal be”

Huseyîn Olan amaje bi 7 xalên ku Ocalan ji bo çareseriyê destnîşan kiribûn da û got:

“Birêz Ocalan ji bo aştiyê hinek peyam dan, em dê li gorî wan peyaman bixebitin.”

Parlamenterê DEM Partiyê diyar kir, “Eger pêvajoyek dest pê bike em dixwazin eşkere û zelal be û haya gelê me ji her tiştî hebe.”

“Îhtimal heye hinek tiştên ku em naxwazin jî biqewimin”

Olan li ser pêvajoya heyî got, “Ev derfeta dawî ye” û anî zimên:

“Îhtimal heye hinek tiştên ku em naxwazin jî biqewimin, divê em derfetê nedin van tiştan.”

Divê were gotin ku Serokê MHPyê Devlet Bahçelî, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û gelek hevnêrînên wan gelek caran behsa “çekdanîn PKKyê” dikin.

“Kes ne aşiqê çekan e”

Huseyîn Olan nêrînên xwe yên li ser vê mijarê wiha destnîşan kirin:

“Ev ne meseleya çekdanînê ye. Gelo van mirovan çima çek hilda?

Kes ne aşiqê çekan e, kes naxwaze li çol û çiyayan bê kuştin. Divê sedemên çekan ji holê rabin.”

Olan ragihand ku ew dê li 51 bajaran bi gel re bicivin û ew dê li Amed, Stenbol û Mêrsînê mîtîngên mezin saz bikin.

Huseyîn Olan li ser mijara hevdîtinên bi rayedarên Herêma Kurdistanê re got ku ev pirsgirêk a her çar perçeyên Kurdistanê ye û kî pêwîst bike ew dê bi wan re hevdîtinê bikin da ku aştî û çareserî çêbibin.

Parlamenterê DEM Partiyê diyar kir, dibe ku ew careke din bi aliyên siyasî û her wiha bi sazî û sendîka û rêxistinên civaka sivîl re bicivin û pişt re raporeke amade bikin.

Li gorî agahiyên ku wî dane, dibe ku Şandeya DEM Partiyê piştî van tiştan careke din here Girava Îmaraliyê bi Ocalan re hevdîtinê bike.

Olan daxuyand, dibe ku piştî van karan peyamek ji Qendîlê re here lê li ser çawanî û mekanîzmaya gihandina peyamê heta niha ti biryar nehatiye standin.

Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) piştî serdanên li Girtîgeha Îmraliyê û civînên li gel Ocalan li 51 bajaran mîtîng û civînên bi gel re û çalakiyên cuda li dar dixe.

Mîtînga yekem li Stenbolê li Meydana Esenyurtê tê kirin û Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari beşdarî dibe.

Mîtînga duyem jî 8ê Sibata 2025an li Amedê bi pêşengiya DBPyê tê kirin û Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan beşdarî dibe.

Mîtînga sêyem jî 9ê Sibatê li Mêrsînê tê kirin û Tulay Hatîmogullari beşdarî dibe.

 

Rudaw

Top