Wezareta Darayî ya Iraqê: Teîf Samî civîna li gel şanda Herêmê bi cîh nehiştiye
Wezareta Darayî ya Iraqê di daxuyaniyekî ku di malpera wezaretê de belav kiriye de ragehandiye: “Teîf Samî beşdarî di tevahiya wan civînan de kir ku li gel şanda Herêma bo çareserkirina pirsgirêkan birêve çûne, ku hevdîtin şahidên gotûbêjên berfireh bûn bi encama gehiştin bi çareseriya dadperwerane, ta ku mafên tevahiya hemwelatiyan jiyanî bike, di vê çarçoveyê de jî, wezareta darayî beşdarî di hevdîtinên li gel şanda Herêmê ya bi serokatiya Dr. Fuad Hisên de kiriye, ku ii civînê de Wezîrê Darayî û berpirsên payebilind ên Herêmê amade bûn.
Herwaha ragehandiye: Xebat bi lijneyên hevbeş û lijneyên teknîkî yên her du aliyan ji sibê heta derengê êvarê berdewam e ji bo kontrolkirin û hevahengkirina mûçeyên xanenişînên sivîl û peymanî, da ku em kar bi rêk û pêk bikin.
Wezareta Darayî got: Em daxwazê ji dezgehên ragihandinê dikin ku nûçeyên derew belav nekin û berî weşandina nûçeyan piştrast bikin.
Basnews