Rêveberiya Xweser rê ji bo niştecihên Kampa Holê vedike vegerin navçeyên xwe
Rêveberiya Xweser rê li pêş niştecihên Kampa Holê yên ji navçeyên cuda yên Sûriyeyê vedike ku bi dilxwazî vegerin warên xwe
Komîteya Karûbarên Koçber û Penaberan a Rêveberiya Xweser îro 23ê Çile di daxuyaniyekê de ragihand, “Bi hilweşandina rêjîma Esed re di 8`ê Kanûna borî de, Sûriyê derbasî qonaxeke nû bû. Bi vê qonaxê re, em radigihînin ku em rê li pêşiya welatiyên Sûrî yên li Kampa Holê ne vedikin, bi awayekî dildar vegerin warên xwe.
Komîteyê amaje bi wê yekê kir, “Ev biryar di demeke berê de hatibû girtin û di 5ê Cotmeha 2020`an me biryar dabû ku rê li pêşiya vegera wan, vekin. Lê malbatên ku li Kampa Holê dimînin ji ber hebûna rejîma Esed ditirsiyan vegerin.”
Herwaha ragehand: “Bi hilweşandina rejîmê re êdî ti sedemên tirsê û mayîna wan li kampê nemaye û em ê ji aliyê xwe ve hemû derfetan bidin û vegera malbatên ku dixwazin vegerin, bi awayekî ewle, pêşkêş bikin.”
Herwiha bang li rêxistinên navdewletî yên pêwendîdar kir ku alîkariya welatiyên Sûrî yên ku ji ber şerê li welat koçberî herêmên wan bûne û niha di kampên El-Erîşe, El-Mehmûdilî, Tiwêhîniye û Ebû Xeşeb de dimînin, bike.
Komîteya Karûbarên Koçber û Penaberan got: “Em bang dikin ku NY û civaka navdewletî helwesteke xurt li hember doza koçberên ji Efrînê, Girê Spî û Serê Kaniyê bistîne, ji bo ew jî bi awayekî ewle vegerin herêmên xwe.”
Kampa Holê dikeve başûrê bajarokê Holê yê ser bi parêzgeha Hesekê ve. Dora 50 hezar kes ji zêdetir ji 60 welatan li dimînin, beşek ji wan jî jin û zarokên DAIŞê ne.
Basnews