Sirri Sureyya Onder: Em dê Selahattîn Beg ziyaret bikin
Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder got, “Em dê Selahattîn Beg jî ziyaret bikin û daxuyaniya berfireh bidin.”
Heyeta DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hevdîtinên xwe didomîne.
Şandeya DEM Partiyê li Enqereyê bi Partiya Paşerojê re civiya.
Heyeta ku ji Pervîn Buldan, Ahmet Turk û Sirri Sureyya Onder pêk tê ji aliyê Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu ve hat pêşwazîkirin.
Hevdîtinê derdora 70 xulekî ajot û Sirri Sureyya Onder û Ahmet Davutoglu ji medyayê re axivîn.
“Em dê Selahattîn Beg ziyaret bikin”
Sirri Sureyya Onder da zanîn ku Davutoglu tecrubeyên xwe bi parve kirine û wan jî agahî dane wî û got:
“Me pêşniyar, rexne û hişyariyên wî rica kirin. Em dê Selahattîn Beg (Demîrtaş) jî ziyaret bikin û daxuyaniya berfireh bidin.”
Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu got, “Pêvajoyeke gelekî girîng e” û pê de çû:
“Îstîşareyeke gelekî jidil bû. Em li ser dersên ku divê ji pêşerojê bên wergirtin axivîn.
Em li ser rûdanên li Sûriye û Îraqê jî axivîn.”
Rudaw